Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 23 NOV 2017 23:18 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Ji bo serxwebûnê ez amade me canê xwe bikim qurbanî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê James Mattis ji wî re gotiye, em daxwaz û armancên gelê Kurdistanê fêm dikin û ne li dijî giştpirsiyê ne lê niha ev mijar balê ji şerê DAIŞê dûr dixe.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji rojnameya Şerqulewset re axivî û derbarê çend mijarên giring ên li ser paşeroja Kurdistan û Iraqê de, bersiv da pirsan.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku dê giştpirsî di dema xwe de were kirin û da xuyand ku giştpirsî bikaranîna mafê rewa yê çarenivîsa gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî got: "Herêma Kurdistan ji demekê dîrokî re derbas dibe û dê derbarê çarenivîsa xwe de biryarê bide. Bi ti awayî ji biryara giştpirsiyê poşman nabin. Paşxistin nabe. Tenê eger berdêleke baştir hebe, dikare li ser were sekinandin.”

Mesûd Barzanî di hevpeyvînê de behsa naveroka hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê James Mattis a hefteya derbasbûyî jî kir û da xuyakirin: “Mattis ji min re got, em daxwaz û armancên gelê Kurdistanê fêm dikin û ne li dijî giştpirsiyê ne. Dizanin ku mafê we ye. Lê niha ev mijar balê ji şerê DAIŞê dûr dixe. Lewma em dixwazin hûn vê biryarê li ber çavê xwe re derbas bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, ku wî ji Mattis re gotiye, hemû hewldanên li gel şîrîkatiya bi Bexdayê re serkeftî nebûne. Derbarê pêşniyara paşxistina giştpirsiyê jî diyar kiriye, “Gelo ji bo îmzekirina belgenameyekê, ku garantiyê bdie kurdan ti amadekariyek heye. Eger kurd salekî din giştpirsiyê bike û biryara serxwebûnê bide dê nas bikin?”

Serok Barzanî destnîşan kir, ku sala derbasbûyî wî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serkirdeyên hêzên siyasî re gotiye, tecrubeya hevbeşî û şîrîkatiya bi Bexdayê re biser neket, bila hewl bidin da bibin du cîranên baş û alîkar bin.

Mesûd Barzanî bal kişande ser wê yekê, ku Bexdayê hevbeşiya wan qebûl nekiriye û got: “Bijardeya me jî giştpirsî û serxwebûne, eger derfetek mabe jî ku em giştpirsiyê çênekin, divê garentiyeke nivîskî ji aliyê Bexda û Washington û Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa ve hebe, ku encamên giştpirsiyê qebûl bikin eger şeş mehan yan salekê hat paşxistin. Ji bo serxwebûna gelê Kurdistanê ez amade me heta canê xwe jî bikim fîda.”

Li ser rewşa Kerkûkê Serok Barzanî diyar kir: "Kerkûk bi tenê ne bajarê kurdî ye. Kurd, tirkmen, ereb û krîstiyan li vî bajarî dijîn. Em ji bo gotûbêja li gel wan amade ne.”

Di berdewam hevpeyvînê de Serok Barzanî tekez kir, ku dê biryara dewleta Kurdistanê di destê wê de be û nabe beşek ji projeyên Îranê û ti aliyekî din. Serok Barzanî got: “Min ji îraniyan re ragihand, ku pêwendiyên baş ên cîrantiyê dê di berjewendiya herdu aliyan de be. Bi eşkere jî min ji wan re got, ku em rê nadin ew xwe bixin nava biryarên me.”

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bal kişande ser wê yekê ku erebên sune zerermendên herî mezinin ên rewşa navxwe ya Iraqê bûne.
 




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 21:11:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

 
Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 19:11:48

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 18:11:22

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 20:11:36

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

 
Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 18:11:33

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP