Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 26 MAY 2018 11:11 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

71 salên rûmetê li gelê Kurdistanê pîroz be
| KDP.info


Çeto Omerî

Di 1946 de li Mahabadê bingeha PDK tê danîn û Partiya Demokrata Kurdistanê ya Bașûr 15 Tebaxê hat damezirandin. Di heman rojê de jî serokê dilsoz û Kurdistanperwer birêz Mesûd M. Barzanî ji dayîkek bindest, li welatek bindest weke zarokek Kurd û Kurdistaniyek bindest tê dinyayê û çavên xwe li jiyana bindestiyê de vedike.

Lê li ser hatina vê bindestiya kambax cardin jî cûdahiyek wî zarokê bindest ji zarokên din û hin taybentmendiyên wî ji zarokên ku di wê rojê de çêbûne hebû, ji ber ku ew kûrê M. Mistefa Barzaniyê nemir bû û ew nikarîbû weke zarokên din jiyanek normal di nava yarî û lîstikên di nava cîhana zarokan de bijiya. Ji ber ku gava demsalên wî bi gokê dilîstin û zaroktiyên xwe dijiyan ew çek li mil û li gel bavê xwe li gel Mistefa Barzaniyê nemir li ser rêbaza wî doza azadiya welatek û neteweyek bindest dikir.

Ew beriya her tiştî li gel Mistefa Barzaniyê nemir hevalek bû, şagirtek bû, pêşmergeyek bû û piştre jî kûrê wî qehremanê mezin û nemir bû. Ew ji aliyê M. Mistefa Barzaniyê nemir ve bi erkên netewî, bi berpirsiyarî û bi baweriya azadî û serxwebûna Kurdistanê hate perwerdekirin. Jiyana wî di nava şoreşa Kurdistanê de, di nava şerê azadiya welatê wî de û di nava medreseya bîrdoziya Pêşmergeyatiyê de hate qemirandin.

Wî şikestin didît lê di nava şikestinan de dengê bavê wî dihate guhên wî û digot.; Mêrxasên mino di şikestinan de bêhêvî nebin, ka de rabin li ser xwe û wan bêhêviyên xwe bikin moral û hêviyên pêşerojê. Ji ber ku her carê ku hûn rabin li ser piyan hûnê qûdûm û çongên metînkaran bişkînin. Ew carek din bi hêvî û bi baweriyek mezin radibûn li ser piyan û weke şêrek, şerwanek qehraman ya rêbaza Barzaniyê nemir pêşengiya doza azadiya gelê xwe dikir.

Ew di mekteba Kurdîniyê ya herî kûr de, Ew di armanca dozekî ya herî dûr de û ew di nava şoreşek herî zor û zexmet de herdem li pêşiya hêvalên xwe, li pêşiya şervanên xwe û li pêşiya gelê xwe de bûye rêberek ya mîsal û emsalê. Ew mirovek dilsoz, mirovek mûtevazî, mirovek dilpak û Kurdistaniyek bêhempa ye.

Ew bi wan wesfên xwe yên bêhempatî di dilê gelê Kurdistanê de ciyê xwe çêkir û ji hezkirinan ji xwe re hêlîneke ya rûmetê ava kir Birêz Mesûd Mistefa Barzanî di axaftineke xwe de dibêje; Ez xwe weke şagirtekî ya dibistanek miqaddes dibînim. Ez ji Şêx Evdiselam Barzanî ji bo yekîtî û serxwebûnê çanda bedel dayînê fêrbûm. Ji
Şêx Ehmed Barzanî fêrbûm ku ol beriya her tiştî exlaqe û bawerî ji zincîr û bendan jî qayîmtir e.
Ez dîsan ji bavê xwe M. Mistefa Barzaniyê nemir fêrî Pêşmergeyatiyê û jiyana fêdabûnê fêrbûm.
Piştî ku başûrê wêlatê me azad bû û roj bi roj ber bi dewletbûnê ve gav davêje ew ji bo Kurdistanê serkeftinek e û di nava evqas serkeftinan de serok Barzanî bi jiyana xwe ya mûtevazî ji her Kurdekî re bû mînakek û serbilindiyek. Ji ber ku bavê wî/me gotibû; Di serkeftinan de ji ser xwe neçin.
Êdî navê wî sînoran derbas kiriye. .
Ew bi cilên xwe yên Pêşmergayetî bûye rengê me, Ew bi zimanê Kurdî bûye dengê me, Ew bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê û bi sekinandina xwe yên Kurdistanî bûye îrada me. Ew temsîla me Kurdan e. Belê serokê me Mesûd Mistefa Barzanî bi ked û xebata xwe, bi dilsoziya xwe, û bi fîdekariya xwe îro bûye serokê hemî Kurdên welatperwer. Ew li gel navê xwe doza Kurdistanê mezin kir. Ew li gel serokatiya xwe Partiya xwe mezin kir. Ew li gel xwe rûmeta me Kurdan bilind kir.
Ew serokê me ye ji ber ku ew dibêje; Heta ku ez sax bim û heta ku derfeta min hebe ez êdî nahêlim ku xwîna Kurd ji destê Kurd were rijandin.
Ew serokê me ye ji ber ku ew dibêje; Îradeya gelê Kurd li ser rûyê hemî xwest û îradeyek e. Doza gelê Kurdistanê rewa ye û hêyajî giranbihatirîn deskeft e. Ji ber ku li rêya azadiyê da qurbaniyeke bê hêjmar da ye.
Ew serokê me ye ji ber ku ew dibêje; Yên ku welatê me perçe kirin ji me ne pirsîn, gava ku em jî welatê xwe ava bikin helbet ji wan napirsin.
Ew serokê me ye ji ber ku ew dibêje; Ew şerê me yên dawiye yan em dê hemî bimrin yan jî emê dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bikin.
Dîsan dibêje; Yan em li vî welatî bihevre bi azadî bijîn yan jî em hemî bi hevre birûmetî bimrin.

Belê îroj ango 16 tebaxê him rojbûna serokê me birêz Mesûd Mistefa Barzanî ye û him jî 71 saliya demezrandina Partiya me PDK ye. 71 saliya kar û xebatên rûmetê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz be. Ey birêz Berzanî rojbûna te pîroz be.

Çeto Omerî
16.08.2017




Nûçeyên din

Êdî ev derfeta dawî ye ji Iraqê re..Mercên Kurdan bicîh neyên dê rêyeke din hilbijêrin

THURSDAY, 24 MAY 2018 20:05:19

Hewlêr-KDP.info- Iraqa federal li pêşiya îmtîhan û têsteke mezin e, ku hikûmeta nû ya Iraqê dê wek hikûmetên şikestî yên berê be, yan dê prensîpên federaliyê biparêze. Kurd dê derfeta dawî bidin Iraq û Bexdayê ku vê carê hikûmetek bê avakirin mafê Kurdistanê tê parastî bin. Çavdêrên siyasî dibêjin, Kurd 3 mercên wan hene ku ew jî karê hevbeş, şirkatî û hevsengî ye, eger ev merc pêk neyên dê Iraq bi yekcarî têk biçe û Kurdistan dê rêyeke din hilbijêre.

 
Sozan Amêdî: Hilbijartinan giranî û senga hemû partiyan diyar kir

THURSDAY, 24 MAY 2018 19:05:34

Dihok-KDP.info- Mamosteya zanîngehê û çavdêra siyasî Dr. Sozan Amêdî dibêje, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, seng û giraniya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û yên Iraqê jî diyar bû û piştrast bû ku PDK partiya yekem e li ser astê hemû Iraqê.

 
Mîranî û Balyozê Îranê behsa hevrêziyê di nav Kurdistan û Îranê de kirin

THURSDAY, 24 MAY 2018 18:05:42

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî, îro piştî civîna wî li gel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê got: "Pêwendî û hevrêziyeke me ya baş û dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye".

Mexmûr bûye serbazgeheke mezin ji hêzên Iraqê re

WEDNESDAY, 23 MAY 2018 18:05:32

Mexmûr-KDP.info- Qayimeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihand ku, Mexmûr bûye serbazgeh û navendeke leşkerî ji hêzên Iraqê re, ku tije hêz û çekên giran kirine.

 
Hedar Barzanî: Mehrûmkirina Êzdiyan ji Parlamentoyê jenosîdeke din e

WEDNESDAY, 23 MAY 2018 18:05:17

Hewlêr-KDP.info- Parlamentera PDKê ya nû di Parlamentoya Iraqê de Hedar Barzanî dibêje, li Bexdayê qonaxa bê qonaxa bergiriyê ye li mafê gelê Kurdistanê. Herwiha dibêje, mehrûmkirina Kurdên Êzdî ji Parlamentoya Iraqê û dizîna dengên wan, jenosîdeke din e li hemberî Êzdiyan.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP