Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 23 NOV 2017 23:21 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Serxwebûn armanca PDKê ye û tenê ew rê li pêşiya me maye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav û tê de ragihand ku baştirîn dilsozî li hemberî xwîna şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye ku armanca PDKê ye û tenê ew rê li pêşiya Kurdistanê maye.

Îro, Sêşemê 15.08.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir tê de ragihand, gelê Kurdistanê ji bilî serxwebûnê ti riyeke din lê pêş nîne. Herwiha got, baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya roja 16 Tebaxê, 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe araste Kadro, endam û alîgirên PDKê dikim. Pîrozbahiyê li xwediyên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî got: “PDKê ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bû, bo bidesthênana armancên demokratî, niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî hevşan ligel hêzên têkoşer û niştîmanperwer ên din ên Kurdistanê amraza bergîrîkirinê bûye bo maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de.”

Herwiha got jî: “PDK bi durişm û kirê xwe pêşneg û hilgirê berpirsayetiyê bûye di qonaxên girîng ên xebata gelê Kurdistanê de û niha jî di qonaxa avakirin, şerê terorê û gavên berve serxwebûnê de bi şanazî xwedî heman erk û rol e û di vê riyê de qurbaniyên bêhejmar daye.”

Serok Barzanî di beşeke din ya peyamê de got: “Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim spasiya xweragirî û bêwestana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Ew xweragirî dihêle em di gavên berve ayînde û karkirin bo misogerkirina mafên rewa ya gelê me bavêjin. Wê jî dupat dikim ku baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna Kurdistanê, aştî û pêkvejiyan armanca PDKê ye û di wê riyê de amadehiya hemû qurbaniyekê bo gihêştina wan armancên PDKê bi yekrêzî û tebaya navxweyîya Kurdistanê heye.”

Di dawiyê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dikim, ku bi hemû karînên xwe hevşan ligel hemû xelkê Kurdistanê piştevanê proseya serxwebûn û referandûmê bin, ji ber ku ji bilî serxwebûnê, gelê Kurdistanê ti riyeke din li pêş nîne, ew jî di bin navê dubare nebûna karesatan û peydabûna aştî û geşepêdanê.”




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 21:11:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

 
Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 19:11:48

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 18:11:22

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 20:11:36

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

 
Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 18:11:33

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP