Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 19:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Armanca tenê serxwebûn e..Mafê hemû Kurdan heye çarenivîsa xwe diyar bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “El-Ehram” a Misrî de derberê birêvebirina referanduma Herêma Kurdistanê de radigihîne, armanca Kurdistanê ji referandumê tenê serxwebûn e. Herwiha dibêje, wek hemû gelên cîhanê mafê gelê Kurd heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Misrê
Serok Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de ragihand, Konsolxaneya Giştî ya Misrê li Hewlêra paytext heye û hevîdar im pêwendiyên me berdewam û baştir bibin.

Serok Barzanî amaje bi wê dike, tevahiya konsol û nûnerên welatan yên li Herêma Kurdistanê bi encamdana referandumê hetine agahdarkirin û berê jî ligel wan civiya ye.

Herwiha amaje bi rol û pêgeha Misrê li navçê kir, ku berdewam kar li ser bihêzkirina pêwendiyan ligel Misr û Serokê wî welatî Ebdilfetah Sîsî dike. Serok Barzanî aşkere kir jî, di demeke nêzîk de serdana Misrê dike.

Derbarê sedemên birêvebirina referandûma serxwebûnê de, Serokê Herêma Kurdistanê ji wê rojnameyê re radigihîne, ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê di salên bîstan a sedsala borî ve, tevahiya hikûmetên Iraqê şikestî anîn û nikarîn li ser perensîpa “Şeraketa rastî di nevbera du netewên wê yê sereke de” danûstandin bikirina. Berdewam wek dijminekî Kurdan dinêrîn. Her cure şerek jî li dijî Kurd kirin. Her komkujiyek kirin, wek kîmyabarankirina Helebce û enfalkirina zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurdistanê û wêrankirina 4500 gundên Kurdan.

Piştî sala 2003an
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi qonaxa piştî sala 2003an da û ji rojnameyê re tekez kir, piştî sala 2003an Kurd çûn Bexdayê da ku bi hev re dewleta hevwelatîbûnê û şeraketa rastî damezrînin û welatiyên ziyan dîtine qerebû bikin. Kurd beşdarî di nivîsandina destûrê de kir, lê bi dirêjahiya 14 salên borî, desthiladarên li Bexdayê di danûstandina ligel Kurd, nikarîn biçespandana ku ji ew ji yên berê baştir in, ku hema siyasetên berê yên perawîzkirin, dûrxistin û wêrankirinê li hember kirin. tenê di sala 2014an de budce û nanê xelkê Kurdistanê birîn.

Serok Barzanî dibêje: “Me ji Bexdayê re ragihand, peyrewkirina wan siyasetan hêştin ku kolana Kurd fişarê bixe ser hikûmeta herêmê ku awayê pêwendiya xwe ligel Bexdayê biguhêre. Hevdem karkirin bo encamdana referandumê ji bo rê li ber mezinbûna pirsgirêk û milmileyanîn di dahatûyê de bigire. Herwiha guhartina qonaxa hevbeşiya şikestîxwar bi cîrantiyeke serkeftî.

25 Îlonê

Serok Barzanî derbarê armancên referandûmê de, ku biryar e di roja 25 Îlona îsal bi rê ve biçe ji rojnameya “El-Ehram” re ragihand, “Armanc yek gotin e, ew jî serxwebûn e”

Derbarê dosya petrola Kerkûkê û samanên sirûştî li wî bajarî de, Serok Barzanî ragihand, Kerkûk bi hemû samanên xwe ve Kurdistanî ye, hemû xêr û bêrên ji neteweyên wê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyaniyan in, lê ji destpêka derketina petrolê li Kerkûk, hemû hikûmetên Bexdayê hemû dahatiyên wî bajarî dibirin û pê bombe û çekên kîmyayî dikirîn û pê Kurdistan dişewitand.

Serok Barzanî tekezî li ser wê jî kir, niha madeyeke destûrî heye bo birêvebirina referandûmê li wê parêzgehê. Encûmena Parêzgehê jî biryar daye beşdarî referanduma 25 Îlonê bibe.

Dijeyatiya serxwebûnê, xwekuştin e

Serokê Herêma Kurdistanê dupat kir, ti welatiyekî Kurdistanê nîne ku li dijî referandumê yan serxwebûnê be, lê berdewam di sîstema demokrasiyê de nakokiyên siyasî di navbera partiyan de hene. Her wek çawa nakokî û cudahiya siyasî heye, bi heman awayî hevpeymantî jî heye, ji ber wê di wê baweriyê de me her partiyek li dijî serxwebûnê be, xwekuştina di warê siyasî û niştimanî de dibe.

 

Ev beşek ji hevpeyvînê ye:

 

El Ehram: Pêwendiyên we bi Misrê re di çi astekî de ne?

Serok Barzanî: Konsolxaneya Misrê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê heye. Em bi wê yekê şanaziyê dikim û pê kêfxweş in. Em hêvîdar in pêwendiyên me berdewam bin, bihêz û baştir bibin.

El Ehram: Ti hemahengiyek di navbera we û Qahîrê de heye li ser referandumê, ku dê Îlona îsal were encamdan?
Serok Barzanî: Me konsolê giştî yê Misrê û tevahiya nûnertiyên welatên din re ragihandiye ku emê referandomê bikin. Helbet emê nûnerên fermî û ne fermî yên Misrê him bo bo çavdêrîkirina referandumê gazî bikin him jî bo ku dema hevdîtinên me û Bexdayê li ser referandumê dest pê kirin, alîkariya me bikin.

El Ehram: Pêwendiyên we bi Serok Ebdulfetah Sîsî (Serokê Misrê) re çawanin? Gelo niyeta we nîne di demek nêzîk de serdana Misrê bikin?
Serok Barzanî: Misra mezin xwedan rol û pêgeheka girîng û pêşeng e li Rojhilata Navîn. Em her dem hewl didin ku pêwendiyên me bi rêzdar serok Ebdulfetah Sîsî û Misrê re bihêztir bibin. Bi kêfxweşî emê di demek nêzîk de serdana Misrê bikin.

El Ehram: We ji ber çi sebeban biryar da referanduma serxwebûnê encam bidin?
Serok Barzanî: Ji roja ku dewleta Iraqê hatiye avakirin ve heta niha, ti zemîn û şertên ku du miletên serekî (kurd û ereb) mîna du şirîkên rast bi hev re bijîn, nemane. Iraqê her dem bi me re mîna neyar û dijmin reftar kiriye. Bi çekên kîmyayî li me dan, em enfal kirin. Jixwe hûn dizanin di operasyona Enfalê de zêdetirî 180 hezar welatî bûn qurbanî, ev ji bilî wêrankirina 4500 gundên Kurdistanê ye. Piştî 2003 em li bendê bûn rewş baştir bibe lewma em çûn Bexdayê da ku em bi hev re dewleteka şirîk ava bikin û ziyana ku li mirovan ketiye, qerebû bikin. Lê rayedarên Bexdayê di heyama 14 salên borî de nekarîn nîşan bidin ku ji yên din baştir in. Wan jî siyaseta yên berê domandin, ev yek bi qutkirina bûdceya Kurdistanê îsbat kirin. Me ji Bexdayê re got ku ev siyaset dibe sebeba wê ku xelkê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê bikin pêwendiyên xwe bi Bexdayê re biguherîne û bo serxwebûnê xebat bike û êdî statû ji şirîkatiyekî sernekeftî derbasî statûya cîranekî serkeftî bibe.

El Ehram: Li ser armancên referandumê hûn çi dibêjin?
Serok Barzanî: Tenê yek peyv e ew jî serxwebûn e.

El Ehram: Gelo pêwendiya biryara referandumê bi bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin re heye?
Serok Barzanî: Helbet heye. DAIŞê êrişî kurdan kir li Sûriye û Iraqê, çend bajarokên Herêma Kurdistanê dagîr kir û xwast êrişî Hewlêr, Kerkûk û Duhokê bike. Ew dorpêça ne rewa ya aborî ya ku ji aliyê Bexdayê li ser Kurdistanê hatibû sepandin, rê da DAIŞê ku êriş bike çimkî qesta wê dorpêça aborî lawazkirina Pêşmerge bû. Bexdayê jî Herêma Kurdistanê piştguh xist, metirsiya şerê mezhebî jî hebû li Iraqê. Ji ber van sebeban me biryar da referandomê bikin.

El Ehram: Gelo di navbera kurdên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê de li ser xeyala dewleta kurdî ti tifaqek heye?
Serok Barzanî: Hemû gelê kurd çavên wan li wê yekê ye ku mafê çarenivîsa xwe bi dest bînin da ku biryar bidin çawa bi wî welatê ku tê de dijîn re bimînin, ev li gorî peymana şûm ya Sayks-Pîko ye. Gelê me biryara referandumê daye da ku şêwaza pêwendiyên xwe bi birayên iraqî re kifş bikin. Helbet referanduma me ti pêwendiyek bi birayên me yên li beşên din yên Kurdistanê re nîne. Em piştevaniya çareserkirina arîşeyên wan dikin bi awayekî aştiyane û demokratîk.

El Ehram: Gelo we hizra bertekên Iraqê li hember referandomê kiriye?
Serok Barzanî: Nexêr, qet. Ez û hevakarên xwe bo wê tişta ku gelê me dixwaze, kar dikin. Emê bi Bexdayê re jî li ser vê mijarê yanê referandum û serxwebûnê hevdîtin bikin çimkî ti rêyeka me ji bilî diyalog û pêkvejiyana aştiyane nîne û nemaye.

El Ehram: Hûn li ser helwesta Tehran, Enqere û Bexdayê, ku dibêje em encamên referandumê qebûl nakin, çi dibêjin?
Serok Barzanî: Em mafê xwe bicîh tînin, vê yekê jî bi awayekî mirovî û demokratîk û modern dikin. Eger rêz li peyman, mafên mirov û gelan bê girtin wê çaxê em bawer nakin cîhan dijîtiya vê yekê bike. Em şerê ti kesî nakin, herêma me ji sala 1991 ve serbixwe ye û şiyana xwe jî îsbat kiriye ku dikare pêwendiyên baş û pozîtîf bi cîranên turk, îranî, sûrî û iraqî re çêbike. Bi qasî ku em dizanin ew ne li dijî referandomê yan jî encamên wê ne, tenê hinek fikarên wan hene.

El Ehram: Peyama ji paytextên Erebî re çi ye?

Serok Barzanî bo Bexdayê dibêje: “Di hevbeşiyê me şikestî anî, bila em bibin du cîranên hevpeyman.”

Derbarê Enqerê de dibêje: “Kurdistan cîrana we ya aram ewle ye”

Ji Şamê re dibêje: “Em rêzê li bijardeyên gelê Sûriyê digirin û ti nakokiyên me ligel hev tune ne”

Serok Barzanî derbarê Siûdiyê de dibêje: “Gel, hikûmet û Şahê wê dest û birayên me ne û pêwendiyên me yên bihêz ligel wan hene.”

Ji Tehranê re dibêje: “Helwesta wan ya dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Kurdistanê jibîr nakin. Ew pêşengê welatên ku alîkariya me kirine bû û li aliyê me rawestiyan.”

Derbarê Qahîreyê paytexta Misrê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêwendiyên me ligel Qahîreyê dirokî ne, dema Barzaniyê nemir sala 1958an li Moskoyê bû, di riya Qahîreyê re vegeriya Bexdayê, wê demê hevdîtin ligel Serok Cemal Ebdilnasir kir.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact