Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 20 JUL 2018 13:31 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Welatê cîran nikarin hetaheta hebûna Kurdan înkar bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referanduma serxwebûnê bo rêgirtin e li dubarebûna şerekî din û tekez jî kir ku, welatên cîran nikarin hetaheta hebûna Kurdan înkar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Heyat a Londonî” de tekez kir, ti pirsgirêk ligel Heşda Şribî tune ne, lê bi ti awayekî rê jî pê nayin dan ku bêne ser xaka Kurdistanê.

Serok Barzanî derbarê serîhildana şerekî din li navçê de ragihand, bi ri awayekî hewl nadin ku şerekî din rû bide, lê berdewam amade ne berevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Serok Barzanî derbarê çarenivîsa Kerkûkê de zelal kir, pêşbînî nakin ku Kerkûk bibe çavkaniya pirsgirêkan ligel Bexdayê, her rêkeftineke nevdewletî di navbera Amerîka û Rûsyayê de bibe, ew bê Herêma Kurdistanê nabe.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel rojnameya “Heyat a Londonî”:

-Piştî yekalîbûna şerê Mûsilê ya li dijî DAIŞê, hûn çi ji Iraqê dixwazin?
Serok Barzanî: Pêwîst e danûstandin tenê ligel encamên şer nekin, belkû pêwîst e ew sedemên ku hêştina DAIŞê derkevin û fereh bibe bêne çareserkirin. Pêwîst e rê û plana îdarî, siyasî, ewlehiyê û yê din hebe, bo ew bawerî ji pêkahateyên Mûsilê re veger û bikaribin careke din dest bi jiyaneke asayî bikin. di Iraqê piştî DAIŞê de, pêwîst e niştecihên wan navçeyan erkê parastinê di warê ewlehî û siyasî de di stûyê wan be û dûrî milmilaneyên taîfî.

- Pêşbîniya ti tiştekî nişkavî dikin di dema derkirina DAIŞê ji qezaya Tileferê, Qaim û Hiwêca?
Serok Barzanî: Hêvîdar in DAIŞ li navçeyên Tilefer, Qaim û Hiwêce bi kêmtirîn ziyan ji rêza welatiyên sivîl bê jinavbirin. Di warê kiryarî de, karîna DAIŞê ya bergîriyê nemaye.

- Di kontrolkirina Tileferê de, çend meh in tirs ji beşdariya Heşda Şeibî heye, bi taybet metirsî ji encama binpêkirinên li hember Sune û Tirkmenan, ma ew metirsî hîna mane?
Serok Barzanî: Di destpêkê de di baweriyê de ne ku pêwîst e artêşa Iraqê erkê kontrolkirina Tileferê bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî bike. Ewê li Tileferê mane, Tirkmenên Sune û beşekê ji wan hevkariya DAIŞê kirine, metirsî heye di wê proseyê de tol ji bên vedan, reng e bigihe zarok û jinan jî, ew jî dibe sedema aloziya zêdetir a pirsgirêkan.

-Hêzên siyasî yên Iraqê giliyê li serkirdeyên Kurd ên Herêma Kurdistanê dikin, ku di demek xirab de ragihandin û pêdegirin referandûmê bikin bo biyarê li ser mafê carenivîsî bidin. Hin berpirs zêdebûna hilweşandina yekperçeyîya Iraqê dixin stûyê we. Ma hûn dibînin ku biryara encamdan referandûmê di 25ê Îlona bê de, şerekî din derkeve, ku hîna ew welat ji ber şer nikariye henaseya xwe bibe.
Serok Barzanî: Biryara birêvebirina referandûmê û gavên berve serxwebûnê, proseyeke aştî ye û dûrî tundûtûjiyê ye. Armanca sereke jê rêgirtin e ji rûdana karesat û şerekî nû ye. Em ne daxwazkarên şer in. belkû berdewam me daxwaza birayetî û dostaniyê kiriye. Derbarê dema birêvebirina referandûmê jî, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryar da ku di wê demê referandûm bibe û paşvekişandin jê tune ye. Referandûm mafekî rewa yê gelê me ye û her dibe ew mafê di nêzîktirîn derfet de bê wergirtin. Bo vîna gelê Kurdistanê nîşanî cihanê bidin.
Heger hin kes di wê baweriyê de ne ku dem ne guncaw e, jê dipirsin kengî ew dem guncaw dibe bo birêvebirina referandûmê? Heger çaverêyî razemendiya wan bibin, ew heta hetayê ti demekê bow ê pirsê diyar nakin. Tenê gelê Kurdistanê mafê wî heye ku demê diyar bike.

Hevbeşiyeke azad û bi daxwaza me ligel Iraqê hilbijard, lê ji ber binpêkirina destûrê, serkeftî nebû, ji ber wê ji mafê gelê Kurdistanê riyeke din hilbijêre.

- Tenê hêzên Herêmî wek Tirkiye û Îranê nerazîbûna xwe bo birêvebirina referandûmê nîşan daye. Ji ber ku devereke serbixwe ya Kurd li Kurdistana Iraqê, Kurdan li her du welatên dên handed ide heman rêyê bigirin ber?
Serok Barzanî: Em daxwaza birêvebirina referandûmê li Herêma Kurdistanê dikin. me behsa wan sedeman jî kir ku Herêma Kurdistanê ji ber çi dixwaze wê proseyê bigire ber. Em naxwazin ezmûneke sedsalî ya şikestî aniye û gelek karesat ligel dewleta Iraqê dubare bikin. Pêwîst e welatên herêmî ji wê têbigihin. Di wê baweiyê de me ji wan re ron bûye ku ems edema aramiyê ne li navçê.
Kurd ki welatên cîran jî hene, nabe heta hetayî înkara hebûna wan bê kirin. her dibe dozên wan bi riyên aştî bêne çareserkirin, bo aramî û geşepêdana aştiyê veger navçê.


- Çawa wê dinirxînin, ku we daxwaza vekirina liqeke partiya xwe li Tirkiye kiriye, di demekê de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hewlên bo birêvebirina referandûmê red dike.
Serok Barzanî: Birêvebirina referandûmê ne wateyê wê ragihandina şer li dijî welatekî cîran e û dijminatiye. Baweriya me ya temam bi duristkirina pêwendiyên dostayetiyê ligel wan heye, bi taybet jî ligel Tirkiyê.
Me daxwaza vekirina liqeke partiya xwe li Tirkiyê nekiriye. Ew zanyarî şaş e, heger mebesta we vekirina nivîsgeheke partî be, ew karekî asayî ye.


- Partiya Karkerên Kurdistanê bi hewldana dagîrkirina Şingalê tuhmetbar dikin, ew jî wê yekê red dikin. Pêşbîniya wê dikin ku piştî DAIŞê hûn rûbirûyî hev bibin?
Serok Barzan: Hebûna çekdarên PKKê li Şingalê ne yasayî ye, rê nadin ti hêzekê ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê hebûna wan li wê navçê hebe. di wê hewlê de berdewam in ku rêgiriyê li rûbirûbûneke leşkerî bikin. di dawiyê de jî divê xelkê Şingalê bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bidin.

- Tirsa we ji pevçûnên leşkerî ligel Heşda Şeibî li Tileferê û rûbirûbûna ligel hikûmeta Heyder Ebadî tune ye, ku hewlên birêvebirina cudabûna Kurdistanê ji Iraqê red dike?
Serok Barzanî: Tilefer navçeyek e dikeve derveyî Herêma Kurdistanê. Di wê baweriyê de ne pêwîst e artêşa Iraqê wê navçê kontrol bike, ti pirsgirêka me ligel Heşda Şeibî tune ye, lê rê nadin wê hêzê ku bê nava xaka Kurdistanê. Di şerê DAIŞê de û bi taybet jî di operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hevahengiyeke me ya baş ligel Heyder Ebadî baş hebû. Ti carî daxwaza şer nakin û destpêşxeriyê nabin bo wî karî. Lê bi dilniyayî mafê me heye parastina xwe bikin, heger tiştek ji vê curê bi ser me de hat.

- Ma Kerkûk dibe destpêka rûbirûbûna ligek hikûmeta Ebadî? Ma pevçûnên leşkerî ligel artêşa Iraqê tê pêşbînîkirin?
Serok Barzan: Hêviya rûbirûbûnê li ti cihekî naxwazin. Armanca me ew e Kerkûkê bikin nimûneyeke pêkvejiyana netewî, olî û mezhebî.

- Ma Kurd bi cibicîkirina xewna serxwebûnê berdewam dibe, tevî ku hûn bi guleya kuştinê yekperçeyîya Iraqê bên tuhmetbarkirin?
Serok Barzanî: Dewleta Iraqê di bratîkê de dabeş bûye, hemû binemayên hevbeş û destûrî hatine binpêkirin. Şerê taîfî heye û serweriya dewletê nemaye. Bi dilniyayî Herêma Kurdistanê ne berpirs e ku Iraq têk biçe, berûvajî wê di wê baweriyê de ne ku serxwebûna Herêma Kurdistanê sedemek e bo çareserkirina pirsgirêkan. Me yekperçeya Iraqê armanc negirt, lê pabend nebûna bi destûrê û siyasetên şaş ên hikûmeta Iraqê yekperçeyîya Iraqê aramnc girt.

- Hûn natirsin ku careke din Kurd baceke mezin bide, dema Washington û Krimlin lihev bikin, ku niha nêzîkbûnek ji hevtêgihêştinekê li ser dabeşkirina hejmûna xwe li Sûriyê heye?
Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê di dema sedsala borî de bo parastina xwe qurbaniyên mezin dane. Herêma Kurdistanê niha bihêztir e, teror şikand bi qurbaniya xwe bergîrî li civaka navdewletî kir. Ne di wê baweriyê de ne ku rêkeftinek hebe û em li derveyî wê bin. Bi dilniya jî rêzgirtineke taybet ji qehremaniya gelê Kurdistanê û qurbanîdana wê heye.
 




Nûçeyên din

Kerkûk- Heşda Şeibî ji aliyekî û DAIŞ ji aliyê din ve gefan li Kurdên Kakeyî dikin

THURSDAY, 19 JULY 2018 18:07:23

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Kakeyî di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de bûne qurbanî, ku herdû alî gefan li wan dikin. Bi roj Heşda Şeibî bi zorê wan çekdar dike û bi şev jî DAIŞ êrîş dike ser wan, ew jî ji tirsa dixwazin ji mal û gundên xwe bar bikin.

 
Berpirsê Pêwendiyên PDKê: Dorpêça ser Kurdistanê hat şikestin..Pêwendiyên Kurdistanê pir baş bûne

THURSDAY, 19 JULY 2018 17:07:43

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, niha Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên dîplomatîk pir baş in û ew dorpêça ku Bexda avêtibû ser Kurdistanê me karî bişkînin.

 
PDK: Bi qesdî dengê xelkê Şingalê hijmar nekirin.. Me gilî kiriye

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 17:07:26

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand ku ji ber ku dengên xelkê Şingalê di hilbijartinan de nehatine hejmartin, PDKê gilî kir li dijî wan kesên ku bûne sedem ku dengê wan neyên hijmartin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Rojên zehmet derbas dibin, siberojeke ronahî û geştir li pêşiya me ye

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 16:07:21

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku piştî dorpêç û sizakirinên li ser Herêma Kurdistanê rojên zor û zehmet derbas bûne û diyar kir, ku niha siberojeke ronahî û geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye.

 
Hozanvana Amazîxî: Pêwîst e Kurdistan bibe mînakek ji hemû navçeyê re

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 14:07:22

Hewlêr-KDP.info- Ew hozanvana Amazîxî ya ku li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê li welatê xwe ketibû zindanê, serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP