Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 14 DEC 2017 09:26 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Di Berbanga Serxwebûnê De Temsîleke Hevbeş Pêwîst û Acîl e (2)
| KDP.info


Zinar Soran

II) REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ GAVEK DÎROKÎ YE

Tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybetî, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkariyên dewletên kolonyalîst de, rola dewleta Îran û Turkiyeyê xwediyê cihekî taybetî û piralî ye. Li ser van plan û hedefên dewleta Îran, Turkiye û hevalbendên wan, divê bi taybetî bête rawestandin, armanc û hedefên wan yên rastî bêtir bêne eşkerekirin.

Bi awakî giştî, xeter û metirsiya li ser Kurdistanê û bi taybetî metirsiya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Divê hemû hêz, partî, rexistin û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagîrkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi berpirsiyarî tevbigerin; bi hemû hêz û îmkanên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan bi ser kevin. Bi awakî giştî pêwendiyên hinek rêxistinên bi dewletên kolonyalîst û bi taybetî siyaseta PKKê ya yekrengî, yekdengî, req, bêtolerans û lidijderketina
dewleta Kurdistanê, ku bi rewş û siyaseta neteweyî û kurdistanî nelihevkirî, bêtir kês û firsendê dide dewletên kolonyalîst ku êrîş û planên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin. Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di binê alaya kurdistanê û bi siyasetek hevbeş ya netweyî û kurdîstanî, mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş.

Di jiyana her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstiya wê tev bigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnar e li Rojhilata Navîn ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe diyar bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Rewşa dunyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya îro, ji her demê bêtir lihevhatîtir e ku li Başûrê Kurdistanê miletê me, bi awakî azad û demokratîk qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe îlan bike.

Weke tê zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî, di 7ê hezîrana 2017an de, bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir û di vê civînê de biryarek dîrokî, biryara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê girt. Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê îlona 2017an de pêk bê. Biryara referandûmê, biryarek rewa, mafekî xwezayî û di cihê xwe de ye.

II.1) Biryara Sexwebûna Kurdistanê, li gor Deklerasyona Yekîtiya Neteweyan jî rewa ye

Biryara serxwebûna Kurdistanê, di heman demê de li gor xala duyem ya “Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî “ ya 1960î jî, biryarek meşrû ye. Xala duyem ya vê deklerasyonê bi awakî vekirî diyar dike ku “mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin”.

Di xala 5an ya vê deklersyonê û “huqûqa navnetewî” de jî hatiye diyarkirin, ku “welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadiyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin”.

Eger Yekîtiya Neteweyan li gorî van xalên Deklerasyona 1960î tevbigere, divê biryara “serxwebûna Kurdistanê” bi awakî fermî meşrû bibîne û herweha ji bo gelê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bi awakî aştî û demokratîk îradeya xwe ya azad diyar bike, bi lezginî hemû tedbîrên pêwîst bistîne! Kurdistan ji aliyê dewletên dagirker û emperyalîstan ve, ji dervî îradaya miletê Kurd û kurdistaniyan hatiye dagirkirin û perçekirin. Miletê Kurd ji bo serastkirina vê neheqiya dîrokî û weke her miletî, li ser axa bav û papîrên xwe bi awakî serbest û azad bijî, li hemberî dagirker, emperyalîst û kolnyalîstan gelek caran serî hildaye, têkoşîn û berxwedanek dûr û dirj kiriye; îro jî ev xebat, têkoşîn û berxwedan li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike.

Miletê Kurd, miletekî aştîxwaz e; welatê miletekî din dagir nekiriye, miletekî din bi darê zorê nexistiye bin destên xwe; ew tenê mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî dixwaze; ew tenê dixwaze wek her miletî li ser axa xwe bi awakî serbest û azad bijî. Lê miletê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn, bi dehan caran ji aliyê dewletên dagîrkeran ve hatine qirkirin û sirgûnkirin. Herî dawî jî tişta ku hat serê kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê ku bi jenosîda DAIŞê ve rûberû man û bi hezaran jin û keçên kurdên Êzdî dîl hatin girtin.

Heta miletê Kurd jî qedera xwe bi destê xwe tayin neke, nebe xwediyê dewletek serbixwe, demokratîk û azad; mixabin tu garantî tune ye ku ev sirgûn, enfal, neheqî û qetlîamên hatine serê miletê Kurd û kurdistaniyan, dubare û sêbare nebin. Di van şert û mercan de, tenê serxwebûn û dewlata Kurdistanê dikare miletê Kurd û kurdistaniyan ji jenosîd, qetlîam û enfalên weha biparêze. Serxwebûna Kurdistanê, wê ji bo pêşeroja jiyaneke hevbeş ya netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda jî bibe bingeh û derfetek girîng.

Pirsgirêka Kurdistanê, êdî ne tenê pirsa miletê Kurd û kurdistaniyan ne; di heman demê de ew, pirsa navçeya Rojhilata Navîn, dewletên Ewropayî û heta radeyekê ya dinyayê ye jî. Heta ev pirsgirêk bi awakî dadwerî û rewa neyê çareserkirin; wê li heremê pirsgirêk, şer û tevlihevî her berdewam bike; wê aramî, azadî û demokrasiyek rastî neyê heremê; wê encamên şer û aloziyên herêmê tîn û tesîrek mezin li ser civat û dewletên Ewrpoyê bike; wê li heremê berberî û şerên wesayetî yên dewletên emperyalîs û mezin bidomin û ev jî wê tesîrê li civata wan welatan jî bike.

Bi awakî giştî, di vê xebat, têkoşîn û hewldana pêvajoya serxebûna Kurdistanê de û bi taybetî ji bo beşdariyek berfireh, demokratîk û bi aştî pêknanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, gelek girîng e ku di serî de, hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, civakî û olî, sîyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi siyaset û helwestek hevbeş, hevaheng, neteweyî û kurdistanî li dora Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgiriya referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin; gelê Kurd ji bo referandûmeke azad û demokratîk amade bikin; xebat, têkoşîn û hewldanên ji bo pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê geştir bikin.

Herweha divê hemû hêz, rêxistin, partî û kesên weletparêzên beşên din yên Kurdistanê jî bê hesab û kîtabên biçûk, bi her awayî alîkarî û piştgiriya vê referandûmê û pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin. Ev referandûm, ne ya partiyekê û ne jî ya kesekî ye, ev mafekî meşrû û demokratîk yê miletê Kurd e. Ev gava pêşî ya sererastkirina neheqiya dîrokî ye.

Bi qasî ku tê dîtin, dewletên ku bi awakî eşkere û tundî li dijî vê referandûmê derdikevin, di serî de dewleta Îran û Tirkiye, dewletên kolonyalîst in ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin. Lê mixabin, em dibînin ku hinek hêz, partî û kesên kurd jî li dijî daxwaza referandûm û avakirina dewletek serbixwe ya Kurdistanê ne. Li gor wan “dewlet ji bo ereban, îraniyan û tirkan ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine û bi hêza dewletên xwe Kurdistanê weke kolonî di bin destên xwe de digrin adet e, lê ji bo kurdan qebhet e!” Bêgûman kesên vê yekê diparêzin dikarin kurd bin, lê ne xwediyê siyasetek kurdistanî ne. Kîjan dewlet, kîjan rêxistin û kîjan kes dibin bila bibin, yên ku li dijî mafên xwezayî, meşrû, demokratîk û însanî yê miletê Kurd û kurdistaniyan derkevin, ew dibîn şirîkê siyaset û helwesta dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan. Divê em ji bîr nekin ku “ti tiştek ji bindestî û kolotiyê xwelîlisertir tune ye û herweha ti tiştek ji serxwebûn, azadî û demokrasiyê jî bi rûmettir tune ye!”

Ji bo welatekî serbixwe, gelekî azad û civateke demokratîk divê hemû partî, hêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan hewl bidin ku xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî xurtir bikin û piştgiriya referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Di encamê referandûmek azad û demokratîk de, gelê Kurdistanê wê bikaribe helwesta xwe ya ji bo serxwebûnê diyar bike. Ev mafekî wî yê herî xwezayî û demokratîk e. Loma jî, divê ti hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li hemberî kês û firsendek weha dîrokî bêdeng û bêhelwest nemîne.

II.2) Garantiya serketina referandûmê, bi beşdariyek girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun e!

Di xebat û şoreşên neteweyî û azadiiyê de, fedekarî û piştgiriya jinên Kurdistanê xwedî cihekî gelek girîng û taybetî ye. Di vê riyê de, zor, zahmetî, jar û azariya herî mezin jî dîsa wan kişandine. Jinên Kurdistanê gelek caran zilm û zordariyek mezin ji hêzen dewletên kolonyalîstan dîtine; ji bo dilê dijmin şad nebe, rondikên çavên xwe di çavên xwe de veşartine; gelek caran li ber çavên wan zarokên wan hatine şehîdkirin; ew dayikên şehîdên Kurdistanê ne.

Ev referandûm ji hêlekê jî, wê bibe tolhildana şehîdên Kurdistanê. Her kurdekî welatparêz û şoreşger deyndarê şehîdên Kurdistanê ye û divê di 25ê Îlonê de, bi serketinek mezin beşekî vî deynê xwe bide. Di vî warî de, temsîl û nûnerên şehîdên Kurdistanê, dayik û xuşkên şehîdan ne. Loma jî piştî encamek serketî ya referandûmê, wê xelat û pîroziya herî mezin, pişk û para dayik û xwuşkên şehîdan be!

Garantiya beşdariyek berfireh û serketinek mezin ya referandûma serxwebûnê jî, wê dîsa bi beşdariyek girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun be. Ger jinên Kurdistanê bi awakî çalak tevbigerin û mobilîze bibin, wê gavê bila tirsa kesekî nemîne ku em dê serketinek mezin nîşanî dinyayê, dost û dijminan bidin. Loma jî di vê roja dîrokî de, barekî mezin û wezîfeke pîroz dikeve ser milên jinên Kurdistanê. Bi awakî giştî jinên Kurdistanê û bi taybetî jî dayik û xuşkên şehîdan dikanin rolek gelek mezin bilîzin. Divê ji niha de, jinên Kurdistanê xwe mobilîze bikin; quçe bi quçe, mal bi mal bigerin û xebat û têkoşîna ji bo refrandûma serxwebûna Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin!

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê bibe destpêka serxwebûn û azadiya perçeyên din yên Kurdistanê jî. Biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê tevgera rizgarêxwaziya neteweyî û demokratîk , hest û baweriyên neteweyî û kurdistanî yên perçeyên din jî xurtir û geştir bike. Teva hemû kil û kêmasî û rexneyên di cih de, parastina destkeftinên Başûrê Kurdistanê û piştgiriya referandûma serxwbûna Kurdistanê wezîfeyeke welatparêzî, neteweyî û însanî ye!

Di vê roja dîrokî û pîroz de, divê em heta kal, pîr û nexweşên ku nikarin bimeşin jî li ser darbestan bikin û wan bibin ser sindoqên referandûma serxwebûna Kurdistanê, da ku dinya, dost û dijmin bibînin bê miletê Kurd çiqasî bi hesreta serxwebûn û azadiya Kurdistanê dişewitin!

2017-07- 30




Nûçeyên din

Li Şingalê şer di navbera balên Heşda Şeibî de derket

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:05

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku îro li Şingalê şer û pevçûn di navbera 2 balên Heşda Şeibî de rû da û kuştî û birîndar hene.

 
Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dê bi hevahengî vê rewşê derbas bikin

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:55

Hewlêr-KDP.info- Îro di civîna xwe, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tekez kirin ku vê rewşa niha bi hevahengî di navbera xwe de derbas bikin.

 
Nûnerê Hikûmetê li Fransa: Heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin..Fransa bi cidî hewl dide

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 14:12:40

Fransa-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje, Fransa bi cidî hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji niha û heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin û dê ew kêşe bên çareserkirin.

 
Bexda destûr cîbicî neke Kurd dê dîsa berê xwe bidin Serxwebûnê

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 13:12:10

Hewlêr-KDP.info- Amerîka û welatên Ewropî zextê li Bexdayê dikin ku dest bi danûstandinan bike ligel Herêma Kurdistanê û daxwaz jê dikin ku destûr bi temamî cîbicî bike. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, eger Bexda destûr cîbicî neke, Kurdistan dê dîsa berê xwe bide pêngava serxwebûnê.

 
Serokwezîra Brîtanya: Ji bo parastina maf û nasnameya Kurdan emê tekoşîna xwe bidomînin

TUESDAY, 12 DECEMBER 2017 17:12:56

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li gel Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May axivî. May di çarçoveya destûra Iraqê de pişgiriya welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP