Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 04:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bejnê! Were Em Govenda Serxwebûnê Bigerînin
| KDP.info


Konê Reş

Bejnê! Gelo xak bi kê dimîne?! Tê bibêje; bi akinciyan.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên Kurdistanê de diçîne?! Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna Kurdistanê di roja 25ê Îlona 2017an de bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, rûmrtdar, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk..

Bejnê! Her roj ez ji çayxaneya di orta bajarê Qamişlo de, li hat û çûyên çardiryanan temaşe dikim û pêre jî di dîroka bajar ya kevin û nû de diponijim.. Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..

Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de, pêrgî gelek dêman hatime.. Lê dêmekî tenê jî ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Tu zanî min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyê te re..

Erêbim ji serxwebûna Kurdistana xwe û te re.. Bejnê! Ez ê ji bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrok û serpêhatiyan ji bo te û Kurdistana xwe bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe.. Qey qedera
min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te, bajarê xwe Qamişlo û Kurdistana xwe birêsim, bihunim, bêjim, bibilînim, bidar vekim û wek kiras û xeftanekî bi ser bejin û bala te de berdim.. Tu jî ji min re şal û şapekî Botanî birêse da ku ez di roja referanduma Kurdistanê de bi ser bejin û bala xwe berdim..

Erê Bejnê! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne dem bêhna xwe vedike û ne xem bi dawî dibin.. Çiya jî, ji çûn û hatina pezkoviyan nawestin.. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibin.. Êş her ew êş e, li vir be û li wir be.. Û welat wek hina li ser destê bûkê ye.. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Bayê azadiyê nêzîk dibe, were em di roja 25ê ilonê de govend û dîlana serxwebûnê bigerînin.. Erê serxwebûnê.

Qamişlo 04/08/2017




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact