Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 17 AUG 2017 10:40 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Ewropa- Festîvala piştgiriya referandumê tê sazkirin
| KDP.info


Holenda-KDP.info- Guhdar Luqman Botanî Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Ciwan û Xwendexarên Kurdistanê li welatê Holenda ragihand ku Kurdên li welatê Almanya dê roja 26ê vê mehê festîvala piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê lidar bixin.

Guhdar Luqman Botanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja 26ê vê mehê li bajarê Koln ê Almanya dê rêxistinên civaka medenî yên Kurdî li Ewropa û Almanya festîvala piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê lidar bixin û ji bo beşdariya Kurdan ji hemû welatên Ewropa amadekariyên pêwîst hatine kirin.”

Botanî wiha got: “Piştgirîkirina li referandumê karekî neteweyî û niştimanî ye û pêwîst e referandum bi dengê Erê bo serxwebûna Kurdistanê biser bikeve.”
 




Nûçeyên din

YNK bo PDKê: Nabe em vê derfetê jidest xwe bibin

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 23:08:53

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya YNKê bi boneya 71emên salvegera damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî PDKê kir û tê de ragihand ku ew hêvîdar in ev derfet jidest neçe, da ku armancên referandumê bicîh werin.

 
71 salên rûmetê li gelê Kurdistanê pîroz be

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 23:08:21

Çeto Omerî

Di 1946 de li Mahabadê bingeha PDK tê danîn û Partiya Demokrata Kurdistanê ya Bașûr 15 Tebaxê hat damezirandin. Di heman rojê de jî serokê dilsoz û Kurdistanperwer birêz Mesûd M. Barzanî ji dayîkek bindest, li welatek bindest weke zarokek Kurd û Kurdistaniyek bindest tê dinyayê û çavên xwe li jiyana bindestiyê de vedike.

Şanda referandumê: Me Bexdayê re got, êdî emê bibin cîranên baş

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 21:08:57

Bexda-KDP.info- Şanda Bilind a Referandumê li Bexdayê mijara referandumê gotûbêj dike û endamekî wê şandê dibêje, me bi zelalî ji Bexdayê re got ku êdî emê bibin cîranên baş.

 
Xaniqîn biryara referandumê da

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 20:08:13

Xaniqîn-KDP.info- Encumena Qezaya ya Xaniqîn û nahiyeyên ser bi wê ve, biryar daye ku xelkê navçeya wan jî di proseya referanduma Başûrê Kurdistanê de beşdar bibin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.

 
PDKê bang li xelkê Kurdistanê: Bêjin ERÊ di referandumê de

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 10:08:20

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 71emîn salvegera damezrandina PDKê de bang li cemawerê têkoşer ên PDKê û tevahiya xelkê Kurdistanê kir ku roja 25 Îlonê biçin ser senduqên referandumê û bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP