Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 20:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî li Amerîka: Kurdistan dê bibe dewleta tevahiya pêkhateyan
| KDP.info


 

Washington-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê ragihand: “Me rêya referandumê hilbijartiye û em dê çarenivîsa xwe diyar bikin.” Mesrûr Barzanî herwiha rexe li helwesta hin welatan girt, ku dibêjin niha dema referandumê nîne û tekez kir: “Ew dema em dihatin kîmyabarankirin, çima ti kesî nediaxivt?”

Mesrûr Barzanî ku di konfransa Kurdistan Hvepeymanê Stratejîkê Amerîka de, li Waşington a paytexta Amerîkayê diaxivt, got: “Heta kengê xelkê me bi vî şêweyî reftar li gel bihê kirin û paşerojeke geş nebe, ku civaka navdewletî parêzvaniyê lê bike?”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Em dixwazin weke gelên din û welatên din serbixwe bin. Yek ji armancên Netewên Yekgirtî hebûna pêwendiya dostane ya navbera gelan e. Aya bi şêweyeke yeksan reftar li gel me tê kirin?”

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di beşeke din a axavtina xwe de diyar kir: “Divê em dawiyê bi wê tepeserkirinê bihînin, em nikarin bêdeng bin û tiştekê nekin heta ku xelek din li cihê me biryarê bidin. Gelo dema biryardana me kengê ye? Ew dema ku em dihatin kîmyabarankirin, çima ti kesî neaxivt û nedigotin, dema wê nîne ku Kurd bêne kîmyabarankirin?”

Derbarê wê çendê ku hinek ji welat dibêjin, niha ne dema referandumê ye, Mesrûr Barzanî got: “Di hemû qonaxên pêş DAIŞê û paş DAIşê de, ji me re dibêjin, niha dema wê yekê nîne. Êdî kengê dema wê ye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin?”

Mesrûr Barzanî amaje bi siyasetên Iraqê yên li hember Kurdan kir û da zanîn: “Eger em bera xwe bidin siyaseta Iraqê, di 80 salên salên bihorî de ti serkevtin bi dest nexistiye û ji niha paş ve jî serkevtî nabe û dive ez bibêjim ku dê xirabtir jî bibe. Divê em çareseriyeke rasteqîn bibînin û me rêya xwe diyar kiriye.”

Şêwirmenda Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hikûmeta Iraqê di heyama bihorî de hemû rêyên serbazî ceribandiye, lê belê me rêya aştiyê hilbijart û niha jî em rêya gotûbêjê hildibijêrin. Em niha rêya referandumê hilbijartiye, da ku li ser encamên referandumê li gel cîhanê û Bexdayê biaxivîn.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Şikesta siyaseta hikûmeta Iraqê bû, ku DAIŞ çê kir û 1 milyon 800 hezar aware berê xwe dane Herêma Kurdistanê û di wê demê de jî bûdceya Kurdistanê birîn û di heman demê de jî rêgir bûn ji wê yekê ku çek bigihîje me, ne tenê ku bi xwe çek nedan me.”

Mesrûr Barzanî got: “Kurdistan dê bibe welatê tevahiya pêkhateyan, niha Kurdistan tekane devera cihê hêviyê li Rojhilata Navîn e. Ji wan cihên ku ber bi tayifîbûnê ve diçin, Kurdistan tekane cih e ku bûye cihê hêviya hemû pêkhateyan bêyî ti ciyawaziyan.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bêyî serxwebûna Kurdistanê hemû tiştek di xeterê de ye.”

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha got: “Hikûmeta Iraqê nexwest xelkê navçeyên Kurdistanî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, lê emê di referandumê de derfetê bidin wan ku biryara xwe bidin û emê rêzê jî li biryara wan bigrin. Êdî em û Iraq ne şirîkê hev in û bila em bibin cîranê hev. Em nikarin êdî ligel Iraqê bin.”
Derbarê pirsa gelo piştî ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê Tirkiye tankên xwe neşîne ser Başûrê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand: “Pêwendiyên me û Tirkiyê baş in û ez bawer nakim ku ew tankên xwe bişîne ser Kurdistanê. Herwiha em ji bo ti welatî şerê PKKê jî nakin.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Mesrûr Barzanî wiha got: “Ne tenê PYDê li Rojavayê Kurdistanê heye û hêz û aliyên din jî hene lê ew ji aliyê PYDê ve hatine dûrxistin. Me wek Herêma Kurdistanê gelek caran hewl daye ku wan nêzîkî hev bikin û wan bikin yek dest, lê ew yek biser nediket. Em dîsa jî daxwaz ji wan dikin ku destê xwe bidin hev û pêkve kar bikin û ji bo serxistina wê yekê jî em amade ne dîsa alîkar bin.”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact