Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 01:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Pispor: Referandum dê navçeyên 140 vegerîne ser herêmê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Yek ji wan xalên ku destûra Iraqê cîbicî nekiriye, madeya 140 e, lê pispor dibêjin tê pêşbînîkirin ku referandum ji aliyê yasayî ve jî wê pirsgirêkê bidawî bîne û ew navçe vegerin ser îdareya Herêma Kurdistanê.

Çavdêrê siyasî û pisporê di warê yasa û destûr de Aso Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber ku ew navçe hestiyar in û gelek pêkhate li wir hene, bi baweriya min gerek mîsaqî şeref di navbera pêkhateyan de hebe, ew jî ji bo ku di destûrê bê yê Kurdistanê de mafê wan pêkhateyan bê garentîkirin.”

Ebdulrehman Xelîfe, pispor di warê hilbijartinan de, ji malpera KDP.info ragihand: “Madeya 140 ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehatiye cîbicîkriin û ez qet bawer nakim dijminên Kurdan, yan jî deselatên Iraqê razî bibin ew made cîbicî bibe, ji ber ku heta niha wan berpirsên Iraqê nedihişt ew made cîbicî bibe û digotin ew made dema wê qediyaye.”

Xelîfe wiha got: “Herêma Kurdistanê jî derbarê wê madeyê de hinek kêmasiyên wê jî hebûn û gerek hinek karên din jê re hatibana kirin. Niha jî dê referandum wê pirsgirêkê çareser bike û dê wan navçeyan ji aliyê yasayî û bi fermî jî vegerîne ser îdareya Herêma Kurdistanê.

Tê zanîn ku roja 25ê meha 9 ya îsal dê referandum li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî jî, birêve biçe.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact