Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 09:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Balyozê Îranê: Em dostê Herêma Kurdistanê ne
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî tekez kir li ser piştgiriya welatê xwe ji bo dostayetiya Herêma Kurdistanê û Îranê.

Îro Yekşemê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr, kir.
Di wê hevdîtinê de, Mescidî kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dêrîn yên di navbera herdu aliyan de nîşan da û tekez jî kir li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.
Herwiha Mescidî amaje bi yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê çawa di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, niha jî bi hemû awayekî hewl dide bi riya diyalog û gotûbêjan pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike. Herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo dostayetiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir li ser alîkariyên welatê wan bo gelê Kurdistanê di demên dijwar de û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêwîstî bi diyalogeke cidî heye û derbarê vê yekê de jî Îran dikare roleke erênî bibîne.
 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact