Silêmanî-KDP.info- Endamê şanda Komîteya Referandumê bo serxwebûna Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî dibêje, serdana şanda wan ji bo Ewropa serkeftî bû û piştrast bû ku Ewropa piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dike.
Mihemed Hawdiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Berpirsên pilebilind ên Beljîka û Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Herêma Flanderz bi hûrî guh li şanda bilind a referandumê girtin û piştevaniya xwe bo referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan.”
Wî endamê şanda Kurdistanê tekez kir li ser serkeftina serdana şanda Kurdistanê ya dîplomatîk û ragihand: “Ewropa piştgiriyê li gelê Kurdistanê dike ku referanduma xwe bike ji bo serxwebûnê.”