Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 03:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Gelo Goran û Komel wekîlê dagîrker in?
| KDP.info


Bekir Ehmed Ako

Ewropa û Amerîka ev demeke dirêj e ku biryara pêşwext a bidewletbûna Baûşûrê Kurdistanê dane. Ew baş jî dizanin ku Kurdistan niha ji aliyê aborî ve li ser lingê xwe rawestiyaye. Referandum tîrek e û dê Kurd li ser dilê Sykes – Picot bidin. Ewropî û amerîkî tenê temaşe nakin, lê belê alîkar jî bûn di serxistina Kurdan de di şerê li dijî terorê de û di diyarkirina sînorê dewleta wan de jî, ku em dikarin wê yekê wek pêngava duyem ji bo serxwebûnê binav bikin. Derbarê pêngava sêyem jî, niha dem dema herî baş, ku em karin bêjin di dîroka 100 sala borî de qet derfeteke wiha baş ji Kurdan re bo serxwebûnê, nehatiye.
Negelekî dûr, pêr bû, dema ku şanda referandumê li Beljîka bû, Serokwezîrê Herêma Flanderza Beljîka ragihand ku Herêma Kurdistanê wek derguşa demokrasî û aramiyê ye li navçeyê, lemwa jî cîhan piştevaniyê lê dike.
Di vê dema hestyar, çarenivîsaz û dîrokî de, hemû aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî ligel xelkê xwe amade dikin ji bo biryardanê li ser çarenivîsa Kurdistanê, lê Tevgera Goran û Komeleya Îslamî ne di nav de ne, ku hêj ew li derveyî çarçoveya pêngava dawî ya serxwebûnê ne.
Eger em rastir bêjin, Goran û Komel di şermbûna xwe ya berê de nemane û bi eşkere û bêfedî perde ji ser riwê xwe dane alî û dibêjin, me bereya li dijî serxwebûna Kurdistanê pêk aniye.
Ji bo piştrastkirina vê yekê jî ezê 2 xalên cidî yên televîzyona dostê Goran ku NRT ye, ezê ji we re eşkere bikim, nexasim jî ezê wan xalan ji kesên ku bi wan hatine xapandin, zelal bikim:
1- “Goran û Komel ditirsin referandum di serî de were lidarxistin û piştre jî hilbijartinên parlemantoyê birêve biçin, ditirsin piştî ku ew dijayetiya referandumê bikin alîgirên wan ji wan dûr bikevin û di hilbijartinan de dengê xwe nedin wan.”
Ev yek jî tê wateya ku ew berjewendiya gelê Kurdistanê û biryardana li ser çarenivîsa Kurdistanê, dixin bin piyê xwe û mebesta wan parastina yekîtiya axa Iraqê ye.
2- “Ew helwêsta Goran dûrûtiya wê tevgerê nîşan dide, wek mînak niha dibêjin bila referandum paş bikeve yan ligel hilbijartinan birêve biçe, ku ev yek jî paşvekişandin e ji helwestên wê yên berê, ku digot divê di serî de Parlamento bê aktîvkirin û piştre gotûbêj li ser referandumê bên kirin.”
Ev yek jî nîşan dide ku Goran û Komel jî xwedî rêveberiyeke şêwaw û tevlihev in, ku buryara wan ne di destê wan de ye.
Berencam, em dighên wê wê rastiyê ku aliyê sêyem di nava vê proseyê de heye û ew alî helwesta Goran û Komel diyar dike. Ew herdu partî jî helwêstekê diyar dikin ku dagîrker bixwe nikarin rasterast li ser xelkê Başûrê Kurdistanê wê helwêstê feriz bike û rêgiriyê li wan bikin ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Lê Goran û Komel bi wekalet wê yekê dikin.
Ew wekîlê dagîrker in ji ber ku, jibilî tekezkirina serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê ku veger ji biryara referandumê tune ye, herwiha di serdana şanda Kurdistanê de ji bo Ewropa jî diyar bû ku referandum bûye defakto û piştî referandumê jî dewlet tê, lê dîsa jî wekîlên dagîrker di ber wan re naçe xwarê û serxwebûma Kurdistanê bi metirsî li ser axayê xwe dibînin.
Wergirtina wekaletê ji dagîrker ji aliyê van herdu partiyan di helwestên wan de diyar dibe. Helwestê Polîtburoya Komel û daxuyaniya şerxwazî ya Goran, ew jî wek Komel dibêje: Me çekê xwe daniye lê hêj me xîreta xwe dananiye. Goran jî ku gefê dike û dibêje: Dibe ku pêşhatên nexwestî çêbibin. Gefek ku hevdem e ligel wan gefên ku Heşda Şeibî dike. Baş e ew guvaş û gefên wan li ser kê ne û ji bo çi ne?.
Gefa wan herdu aliyan li ser ezmûn û asayişa dewleta çaverêkirî ya xelkê Kurdistanê, tê wateya gef û guvaşê li ser tevahiya cîhanê. Welatên mezin wisa dibêjin û ev negotina min e. Her hewlek ji nehezan ku armanca wê rawestandina pêngava dawî ya serxwebûnê be, nayê qebûlkirin û dî serê siyaseta xwediyê wê pilanê bixwe.
Herwiha ragihandina dewleta Kurdistanê jî, vêga eger Bexda û dagîrker pê razî bin yan na, wek Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştrast dike, dê pêk were û li ser biryara xelkê Kurdistanê di referandumê de.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact