Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 26 JUL 2017 15:42 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Xwîna şehîdan ji bo Kurdistaneke serxwebûnê bû..Gava duyem serxwebûn e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- ŞêwirmendêEncûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, armanca me cîbecîkirina biryara xelkê Kurdistanê ye û piraniya xelkê bi dengê “Erê” ligel pirsa referandumê ne.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtineka xwe de li gel kenala Kurdistan24ê derbarê pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê got ku, xwîna şehîdên Kurdistanê ji bo wê yekê bo ku, Kurdistaneke serbixwe hebe, ti paşvekşandinek ji encamdana referandumê tûne ye, hemû alî tê de beşdarin, lê eger aliyek naxwaze tê de beşdar be ew biryara wan e.

Hûn yek ji karekerên ku bi cidî kar li ser pirsa referadumê dikin e û li hemû korbend û civînan de te kar bo wê kiriye, ma di baweriya te de niha dem guncaw e bo wê pêngavê?

Di baweriya min de hemû demek pêwîst e mirov wek perensîpekê li pirsa serxwebûnê binêre, ji ber ew mafê hemû gelan e, ku li peymanên Netewên Yekgirtî binêrin, dibînin armanc ji wê rêxistinê rêzgirtina li mafên gelan e û parastina pêkvejiyan û mafê çarenivîsê ye. Di baweriya min de niha dem guncaw e û reng e dereng jî ketibe.

Pirsa guncawbûna demê girêdayî bi berjewendiya aliyan e, em dibînin ku niha guncawtirîn dem e bo berjewendiya gelê me û hin kesên din jî li gor berjewendiyên xwe dibînin ku niha dem ne guncaw e. Lê pêwîst e em sûdê ji vê derfetê bibînin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Hin kes dibêjin ku hûn vê pirs bo mozayedeya siyasî bikar tînin, ma ev pirs bo mozayedê ye, yan pirseke niştimanî ye?

Ev pirs pirseke niştimanî ye ne mozayede ye, tenê nikarim bibêjim ev pireke netewî ye, ji ber ku netewên cua di Kurdistanê de dijîn olên cuda li Kurdistanê hene, ev pirseke niştimanî ye û hemû welatiyek mafê xwe heye çarenivîsa xwe diyar bike. Heger aliyek naxwaze beşdar be di referendum û pêngavên ber bi serxwebunê ve ew biryara wî ye, lê ev ne mozayedeya siyasî ye, ne mozayedeya partîtî ye, lê belê pirseke niştimanî ye û girêdayî mafê welatiyan e.

Hin kes hene dibêjin referendum mozayede ye, ji ber ku reng e di vê pirsê de poşman bibin?

Bi ti awayî ne wiha ye, ew aliyên ku li civîna 7 meha Hezîranê de beşdar bûn biryar dan di 25ê Îlona îsal de referendum were kirin û ev biryar paşevekişandin tê de tune ye.

Hin alî ne ligel encamdana referandûmê ne û li gor wan dem ne guncaw e, yan dibejin pêwîst e komdengî hebe, li gor te dibe ku bê komdengî ev serxwebûn were ragihandin?

Bi me xweş e her aliyek beşdar be di referandûmê de û di vê pirsê de komdengiyeke hebe, ji ber ku ew girîngiyeke zêtir dide vê piroseyê. Ti vetoya me li ser ti kesî yan aliyekî nebûye, ewê beşdar di referandumê de nabin biryara wan e, nabe ti aliyek li biryardana xelkê li ser çarenivîsa xwe rêgiriyê bike.

Derbarê ew aliyên ku daxwaza komdengiyê dikin yan dibêjin dem ne guncaw e, heger li welatan binêrin, dibînin ku gelek caran komdengî nebûye, belkû kesekî berevanî di ber wê dozê de kiriye, bi her awayekî pirsa serxwebûnê pirseke demokrasî ye û heger aliyek naxwaze beşdariyê bike, ew biryara wê ye, lê serxwebûn bo wan kesan jî ku deng pê nedane.

Anku heger aliyek yan çend alî beşdar nebin, hûn bi paş ve venakişin?

Belê , ji ber ku referendum vegera bo raya xelkê ye, xelk biryara encamdana referandûmê dide yan na, ji aliyê me ve referendum ne armanc e, belkû referendum hokareke bo bihîstina raya xelkê, armanca me jî cîbicîkirina wê biryarê ye, heger aliyek deng nade serxwebûnê, ew arazûya wê ye, lê di baweriya me de ku piraniya xelkê Kurdistanê alîgirê encamdana referandûmê ne û deng didin serxwebûnê.

Xelkê Kurdistanê baş dizane kê di dema borî de bergîrî li rûmet û niştîmana xelkê Kurdistanê kiriye, dibînim ku heger yek amade nebûbe bergîriyê li niştimana xwe bike çawa rê dide xwe biryarê li çarenivîsa xelkê bide, yan çawa xelk rê dide kesekî bo carekê jî serdana sengerên Pêşmerge nekiribe yan serdana birîndar û şehîd nekiribe dijayetiya referandûmê bikin yan propaganda bo wan bikin ku referendum ne ji bo serxwebûnê ye.

Ew berbest çi ne ku têne pêş pirsa serxwebûnê, ma rêgiriyên navxweyî ne yan derveyî ne?

Di dirêjahiya dîrokê de her du cure berbest hebûne, yan rewşa navdewletî ne libar bû, yan rewşa navxweyî ne libar bû ku Kurd bigihe armanca xwe, lê niha di baweriya min de li rûyê navxweyî û navdewletî ji hemû deman libartir e, tevî ku hin giriftên me hene.

Wate xelk dilniya be ku ew berbest ne berbistên mezin in?

Di baweriya min de nexêr, rast e kar û hîmetê divê, lê heger xelkê Kurdistanê biryarê bide, kes nikare rêgiriyê di wê pirsê de bike.

Hin kes dibêjin bo referandûmê pêwîst e parlemento were aktîvkirin, aktîvkirina parlementoyê gihêşt kû?

Ne di baweriya min de ye ku ew tenê pirsgirêk e, belkû pêwendiyên di navbera aliyan de û hin pirsgirêkên navxweyî bûne cihê fişarê û çendîn bihane hene ku hemû tên behskirin , rast e pirsgirêk û qeyranên me yên navxweyî hene, ji bo me aktîvkirina parlemento girîng e, lê ne mafê yek aliyê ye xwe wek berevanê li aktîvkirina parlemento bizane, lê em wek PDK bi sifetê ku xwediyê piraniya kursiyan e ji hemû aliyekî berevaniyê li aktîvkirina parlemento dikin û dibînin ku pêwîst e aktîvkirina parlemento di xizmeta pirsên niştimanî de be û nabe wek babeteke partîtî lê binêrin. Derbarê qeyranên din dixwazin helwestekê bikin û temaşeya cîhanê bikin. Binêre ku gelek welat hene ku serbixwe ne û tûsî qeyran bûne, qeyran ji encama referendum û serxwebûnê durist nebû, belkû qeyran dihêlin ku em referandûmê bikin, ji ber ku ji sedema qeyranan me bîr li çarenivîseke guncaw kiriye, herçend e aktîvkirina parlemento reng e gelekî pêwîst nebe, lê di baweiya me de pêngaveke baş e bo komkirina piraniya xelkê li dor vê pirsê ye.

Hûn yek ji wan karekteran e ku guftûgo ligel welatan kiriye derbarê referandûm û serxwebûnê de, helwesta wan çi bû?

Di baweiya min de ev pirseke xelkê Kurdistanê ye, nabe em bêbeş bin ji mafekî ku wan çandîn sal in xebat bo wê kiriye, lê divê em wî mafî peyrew bikin û guftûgo ligel welatan bikin ta wan pê bawer bikin, ewê ku min hest pê kiriye, taketak welat li dijî serxwebûnê bin, bi taybet li welatên rojava ti kesî negotiye ku ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, ji ber ku ew dijî perensîpên xwe dibin, ew ne li dij in, lê hin caran nîgeran in ji demê ku ne guncaw e. li vir helwestên wan dibin sê beş.

Hin dibêjin, dibe ku bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.
Hin dibêjin, dibe ku bibe nakokî li ser sînorê me û cîranên me.
Hin jî dibêjin, ev bandorê li ser hilbijartina dahatû ya Iraqê bike.
Bo van her sêyan jî bersiva me heye, li gor me ku pabendbûna xelkê Kurdistanê bo rûbirûbûna DAIŞê, pêwendiya wê bi pêwendiya siyasî ya di navbera me û Iraqê de nîne, ji ber ku her ev Iraq bû ku ji encama şaşbûna siyasî valahiya ewleh, civakî û siyasî dirust kir û di encamê de Qaide û piştre DAIŞê derket.

Di encama siyaseta şaş ya Bexdayê yek milyon û 800 hezar kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Me jî şerê DAIŞê dikir û mêvandariya yek milyon û 800 hezar koçber dikir.

Her ev Iraq yekgirtî jî bû, budceya Herêma Kurdistanê birî û xwe bi xwediyê wan koçberên ku hatina Herêma Kurdistanê nizanî.

Me çaverê dikir Iraq di dema şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge bike, lê ne alîkarî dikir û ne rê dida ku Pêşmerge bi çekê giran pirçek bibe.

Di baweriya me de pêwendiya di navbera me û Bexdayê de her çi be, pabendbûna xelk û Hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê de kêm nabe.

Derbarê xala duyem, ku dibêjin bandorê li ser hilbijartinên Iraqê bike, li gor me wiha ye ku welatin hene berjewendiyên wan di wê de ye ku çawa pêkhatina hikûmeta Iraqê diyar bikin, lê ji bilî wê heta niha nizanin ku ew hilbijartin dibin yan na, heger li hilbijartinan binêrin, dibînin ku encamên hilbijartinan diyar e, ji ber ku sîstema kursiyên pir bi parêzgahên Şîeyan hatiye dayîn û kursiyên kêm jî bi parêzgehên Kurd û Sune hatiye dayîn, wate hikûmeta Iraqê heger çawa be ji piraniya Şîeyan li hember kemîneya Kurd û Suneyan dibe, tê wateya ku Herêma Kurdistanê ti bandorê li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê nake.

Derbarê ewên dibêjin ku reng e alozî dirust bibe, ez tiştekî dibêjim, divê hikûmeta Iraqê madeya 140 cibicî bikira, lê ev hemû sal derbas bûn û nehat cibicîkirin? Anku hokara cibicînekirina hikûmeta Iraqê ji madeya 140 re, navçe rûbirûyî gefên DAIŞê bûn û Pêşmerge çûn wan navçeyan û berevanî li wan kir, ta DAIŞ nikaribe Kurdistanê dagîr bike, tenê ew cihên ku demekê hatin dagîrkirin, rizgar kirin. Em hemû dizanin aliyên siyasî lihev kirine ku Pêşmerge ji wan navçeyan venakişe. Wate demekê diltengî çû bû ku hikûmeta Iraqê hebûna Pêşmerge li wan navçeyan ne li gor heza wan bû. Em dixwazin maf ji xelkê wan navçeyan re vegerînin, ta xelkê wan navçeyan biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Ji ber wê em dibînin ku her sê hincet ne rast in û nabe em dest ji berjewendiya xwe ya niştimanî berdin.

Niha hin alî hene ku li dijî referandûmê kar li ser dirustkirina nîgeraniyê dikin û dibêjin heger referandûm hate kirin û serxwebûn hat ragihandin, ew xelk netenê rûbirûyî wê qeyranê dibin, lê rûbirûyî biçîbûnê jî dibin?

Mafê xelkê ye nêrîna xwe di referandûmê de bide, ligel wê be yan na, lê seyr e kesek hebe hewl bide tirsê dirust bike ku referandûm neye kirin, di baweriya min de divê xelk bixwe bersiva xwe bide, di baweriya min de gelek kes alîgirên referandûmê ne, lê kesek girîngiyê bi wan nede, heger kesek propaganda li dijî referandûmê bike, yan referandûm bi metirsî bizane, ew wê dikin serdêra nûçeyên xwe.

Pirs ew e, dema ku êrîşî me dihat kirin û zor li me dihat kirin, pirsa referandûmê tune bû, ji ber wê referandûm metrisiyê dirust nake, belkû dibe ku ew metirsî dubare nebin.

Ezmûna me heye ku rêgiriyê li dirustbûna şer bigirin û neviyên dahatû rûbirûyî metirsiyê nebin, divê bi awayekî yasayî ya navdewletî xwe biparêzin û serxwebûn jî metirsiyê dirust nake.

Di Kurdistanê de ne tenê Kurd dijîn, lê Tirkmen, Ereb û pêkhatiyên din jî dijîn, hûn çawa dilniyabûnê didinê ku mafên wan parastî be û çawa dilniyabûnê didine welatên din jî ku serxwebûn metirsiyê dirust nake?

Berê me gotiye referandûm pirseke niştimanî ye ne neteweyî ye, hemû pêkhate azad in ku çawa biryara xwe li ser çarenivîsa didin, di baweriya min de ku Kurdistana serbixwe dibe nimûneyeke ciwan a pêkvejiyanê, heger li Kurdistanê binêrin, Kurdistan niha cihê şanaziyê ye ne tenê bo me, belkû ji bo hemû cîhanê, ji ber ku li vir pêkvejiyan û lêborîn hebûye, di baweriya me de hemû netew û ol azad in ku çawa biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin yan çawa bijîn.

Heger li çend salên borî binêrin hejmarek mezin ji kesan Kurdistan wek penageh bikar anîne û koçberî vir bûn ev jî mezintirîn belge ye li ser axaftina me.

Derbarê beşeke din ya pirsa te, heger binêrin di çend salên borî de Kurdistan ti carî nebûye metirsî li ser ti kesî, belkû zêdetir bûye fakterê aramiyê, di baweriya me de dibe Kurdistan bibe pêgehek bo aramî û pêkvejiyanê û ti carî nabe metrisî li ser kesekî.

Dawî pirsa min ew e, ku dema di navbera referandûm û serxwebûnê çend e, ma çendî bi me pêwîst e ta bigihin serxwebûnê?

Em rederandûmê dikin ta nêrîna xelkê xwe bizanin, heger niha biçin axaftinê ligel her aliyekî bikin, dibêjin ev nêrîna aliyên siyasî ne, lê heger referandûmê encam bidin, ew nêrîna xelkê ye. Pirsgirêka me û Bexdayê netenê pirsgirêka şerê DAIŞê û îro ye, lê damareke wê ya kûr heye û du cure çareserî heye, yan wek hikûmeta Iraqê kiriye tundûtûjî bikar bînin wek wan li dijî Kurdan kiriye, yan bi awayeke aştiyane çareseriyê bikin, em dixwazin pirsgirêkan bi aştî çareser bikin û bizanin xelkê Kurdistanê çi dixwaze.

Dema di navbera referandûm û serxwebûnê de vedigere ser encamên guftûgoya Herêma Kurdistanê û Bexdayê, heger Bexda hate pêş ew di demeke kurt de dibe, heger Bexda qebûl nekir em vedigerin biryara gelê Kurdistanê û bo careke din jî bi bîr li berjewendiya gelê Kurdistanê û berjewendiya xwe ya niştimanî dikin û çaverêyî ew nabin ku bizanin xelk çi di navbera wan de pesend kiriye.

Heger peyameke te ya taybet hebe?

Peyama min bo xwişk û birayên min heye û daxwazeke min ji wan heye, heger her nêrîneke wan hebe, bîr li sedsala borî bikin ku bi sedan hezar şehîd û qurbaniyeke mezin me daye. Bila peyameke me hebe û bibêjin xwîna wan vala neçû, piştî wan hemû nexweşî û qurbaniya ku me daye niha dema wê ye ku bigihin bi armancên xwe, hêvîdar im hemû kesek li vî welatî vê pirsê bi pirsa xwe bizane û beşdar be bo em bigihin aramancên xwe.

Bila xwîna şehîdan vala neçe û em bîr li malbatên wan şehîdan bikin û bibêjin xwîna wanezîzan bo serxwebûna Kurdistanê bû




Nûçeyên din

Kesayetî û siyasetmedarên pêkhateyên Kurdistanê piştevaniya referandumê dikin

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 15:07:59

Dihok-KDP.info- Rewşenbîr û kesayetên siyasî yên pêkhateyên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan didin û dibêjin tenê emê di Kurdistanê de parastî bin.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 09:07:33

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbayî ji Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seydi Elî e sand û tê de ragihandiye: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê ji aliyê we ve.”

 
Serok Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

TUESDAY, 25 JULY 2017 17:07:43

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwndiyeke de pîrozbayî li Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir, ku îro di hilbijartinên navxweyî yên Goran de hatiye hilbijartin.

 
Washington Times: Dostê sitratejîk ê herî nêzîkî Amerîka, Kurdistan e

TUESDAY, 25 JULY 2017 17:07:25

Amerîka-KDP.info- Rojnameya Washington Times a Amerîkî di mijareke taybet de bi destên sitratejîk ên Amerîka li Rojhilata Navîn, dinivisîne, dostê herî nêzîk li Rojhilata Navîn ji Amerîka re, Kurdistan e û Kurdan rolekî gelekî bi bandor li navçeyê lîstine.

 
Ji bo Rûmeta Şehîdan û Pêşeroja Gel Bêjin ERÊ!

TUESDAY, 25 JULY 2017 14:07:25

Çeto Omerî

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP