Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 22 FEB 2018 13:36 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Pispor: Ewropa dê heta serxwebûnê piştgiriya Kurdistanê bike
| KDP.info


Dihok-KDP.info- Pisporê pêwendiyên navdewletî li Rojhilata Navîn Dr. Hawar Nêrweyî dibêje, Ewropa piştgiriyeke mezin dide referanduma Başûrê Kurdistanê û dê heta serxwebûnê jî li pişta Kurdistanê be ji ber ku dizanin Kurdistan dê bibe mînakeke ji demokrasiya bihêz re li Rojhilata Navîn.

Dr. Hawar Nêrweyî Pisporê pêwendiyên navdewletî li Rojhilata Navîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Ewropa piştgiriya referanduma me dike û biryar dane ku çavdêrên xwe biçînin Kuridstanê ji bi çavêrîkirina referandumê, ku ev yek jî rewatiyeke zêde dide referandumê. Ewropa piştgiriya referanduma me dike, me duhî jî dît çawa Parlrmantoya Ewropa ala Kurdistanê bi tenê ligel ala Yekîtiya Ewropa bilind kiribû û ala Iraqê nehatibû bilindkirin, ku ev yek jî nîşan dide ku Ewropa ji niha de serxwebûna Kurdistanê qebûl dike û ev yek jî me re pir girîng e.”

Wî pisporê wiha got:“Serkirdatiya hemû Ewropa û Amerîka jî dibînin ku li Kurdistanê çiqasî pêkvejiyaneke mezin heye û dê çawa di dewleta Kurdistan de olên cuda û aliyên cuda û pêkvejiyaneke mezin hebe. Lewma jî hem Ewropa û hem jî Amerîka dê berdewam bin li ser piştgiriya Başûrê Kurdistanê. Êdî cîhan hemû jî dizane ku Iraqeke yekgirtî nemaye û nema vedigere, lewma jî piştgiriya Kurdistanê dikin ku ber bi serxwebûna xwe ve biçe.”

 




Nûçeyên din

Rûsya: Divê hikûmeta Sûriyê ligel Kurdan gotûbêjan bike

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 19:02:54

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêja ligel Kurdan bike û got: “Tevgerên Amerîkayê yên ser veqetandina Kurdan ji Sûriyê, xizmeta çareseriyê nekir.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 18:02:51

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.

 
Hêzên Sûriyê derbasî Efrînê bûn

TUESDAY, 20 FEBRUARY 2018 19:02:05

Ajans-KDP.info- Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ku bi Hêzên Gel an jî Hêzên Şeibî tên naskirin, derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn. Derbasbûna wan hêzan piştî rêkevtina navbera YPGê û hikûmeta Sûriyê hat.

 
Rewşa Kerkûkê xerab e..Hejmara tawanan zêde bûye

TUESDAY, 20 FEBRUARY 2018 19:02:45

Kerkûk-KDP.info- Piştî dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê û hêzên Heşda Şeibî ve, êdî rewşa Kerkûkê pir xerab bûye û wek welatiyên wî bajêrî dibêjin, hejmara tawanan zêde bûye.

 
Efrîn.. 171 welatiyên sivîl şehîd bûne

MONDAY, 19 FEBRUARY 2018 18:02:25

Efrîn-KDP.info- Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Efrînê ragihand ku ji ber bordûmana balafirên şer ên Tirkiyê li ser Efrînê, 171 welatiyên sivîl şehîd bûne.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP