Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 25 NOV 2017 14:18 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî li Parlamentoya Ewropa: Serxwebûn mafê me ye jî
| KDP.info


 

Beljîka-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li pêş Parlementoya Ewropayê gotarek derbarê pirsa referandûm û terorê de pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe got, “Ev şande hilgirê peyama xelkê Kurdistanê ye û ji Endamê Polîtburoya YNKê Necmedîn Kerîm, Huşyar Zêbarî, endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya îslamî Dr. Mihemed Hawdiyanî, Nûnerê Tirkmenan Mihemed Seidedîn, Nûnera Xirstiyanan Wehîde Yaqo Hirmiz û Nûnerê Êzidiyan Şêx Şamo pêk hatiye.
Serok Barzanî got: “Em wek xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve ji sed salî zêdetir me hewl da ku karibin hevparî û şeraketeke rastî pêk bînin û li vê dawiyê jî Iraqeke federal û demokratîk dirust bikin, lê mixabin ti encamek neda.”
Serok Barzanî got: “Heger em pêwendiyên xwe ligl Iraqê parve bikin, dikarin bibêjin ku di du qonaxan re derbas bû, yek ji şerê cîhanê yê yekem û heta 2003an, ya duyem jî ji 2003an û heta niha. Qonaxa yekem hikmê Suneyan bû, qonaxa duyem jî hikmê Şîeyan ne.”
Serok Barzanî got: “Dibe gelek bê gotin ku heger (referandûm) bibe, asayişa navçê têk biçe, lê vajî wê yekî rast e û metirsî heye ku heger ew (referandûm) nebe, navçe rûbirûyî pirsgirêkên mezin dibe û asayiş û aramî têk diçe.”
Herwiha Serok Barzanî amaje bi wê da, “Di destûra Iraqê de, ku di sala 2005an de dengê pê hat dayîn, Kurd bi rêjeyeke mezzin beşdarî tê de kir û tê de hat, ku pabendbûn bi wê destûrê Iraqê diparêze, lê mixabin ji we re dibêjim ku bi ti awayî pabendûn bi destûr nehat kirin. Destûr jî rê dide me ku wê gave bavêjin.”
Di beşeke din de Serok Barzanî got. “Em şanaziyê bi ferhenga milet xwe dikin, ku ferhenga hevqebûlkirin û pêkvejiyanê ye, ol û pêkhateyên cuda bi hev re dijîn û ev biryar jî ya hemû xelkê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan e. Di pêşerojê de jî em pabendî wê dibin ku hemû pêkhate û ol mafê wan di Kurdistanê de parastî be.”
 




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 21:11:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

 
Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 19:11:48

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 18:11:22

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 20:11:36

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

 
Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 18:11:33

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP