Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 03:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Şanda Kurdistanê dê referandumê ligel Parlamentoya Ewropayê gotûbêj bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şandeke ji Civata Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diçe Brûkselê da ku li gel welatên Ewropayê di mijara referandumê de danûstandinan bike.

Şanda Kurdistanê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de, îro ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve, ber bi paytexta Belçîka Brûkselê birêket.
Civata Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavên kirdarî de, ji bo danûstandinên dîplomatîk, biryar dabû şandekê bişîne Brûksela dilê Ewropayê.
Di şanda Kurdistanê de nûnerê YNK û Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Nûnere PDKê Hoşyar Zêbarî, Nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, Nûnera krîstiyanan Wehîde Hûrmiz û Nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo, cîh digrin.
Li gorî bernameyê dê şanda Kurdistanê serdana Parlamentoya Ewropayê bike û li gel berpirsên Yekîtiya Ewropayê û berpirsên Belçîkayê bicive.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact