Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 25 SEP 2017 14:25 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî bo Amerîka: Em ber bi serxwebûnê ve diçin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Balyozê Amerîka li Iraqê re tekez kir ku gelê Kurdistanê bi riya diyalogê û bi aştiyane ber bi serxwebûnê ve diçe. Balyozê Amerîka jî hêvî xwest ku referanduma Başûrê Kurdistanê bi riya diyalog û jihevtêgiheştinê be di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Îro Dûşema 03.07.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şanda ligel wî kir.

Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê spasiyên welatê xwe ji bo rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên DAIŞê derbirî û bi girîngiyê ve behsa hemahengî û hevkariya her dû aliyan ya li şerê dijî terorê kir û tekez li ser berdewamiya wê hemahengî û hevkariyan kir.

Herwiha ji bo wê hemahengiya bêhempa ya li operasyona azakirina Mûsilê da li gel Iraqê hebuye spasî Herêma Kurdistanê kir û bi bilind nirxand û rêz û pêzanînên zêde jî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku li wê rewşa giran de pêşwaziya wê hejmara zêdeya koçber û penaberan kiriye û wekî bihayekî bilind ê mirovî wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa operasyona azadkirina Musilê û encamên wê kirin û behsa wan nîgeraniyan jî kirin ku bi sedema kirdarên berevajiya rêkkeftin û hevdû têgihîştinan hatine encam dan û li paşarojê de dibine sedema dirustbûna kêşeyên mezintir û metirsî li ser pêkvejiyana pêkhatên wê parêzgehê dirust dikin. Li vî derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rola wan ya li şerê terorê û yarmetîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge spas û pêzanînên xwe ji bo gel û hikûmet û artêşa Amerîka derbirî û ronahî kir ku qonaxa piştî DAIŞê gelek hestiyare û pêwîste rê li dûbarebûna wan bingehan bê girtin ku bûye sedema serhildana DAIŞê.

Serok Barzanî bi bîra şanda mîhvan anî ku berî destpêkirina operasyonê me daxwaz dikir li gel hebûna plana serbazî pêwîste planekî siyasî û îdarî jî ji bo parêzgeha Nînowa li piştî derxistina DAIŞê hebê lê belê mixabin ew rêkkeftin nehate kirin û niha di destpêkê de kêşe derketine.

Serok Barzanî careke din jî tekez kir ku her çende li sayeya hemahengî û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û piştevaniya hevpeymanên navdewletî ya bi serokayetiya Amerîka, wiha mijule operasyona azadkirina Musilê bi têkşikandin û derxistina DAIŞê li Musilê bi dawî tê, lê belê nemana DAIŞê li Musil bi wateya dawî hatina DAIŞê û terorê nayê û pêwîste ew sedem nemînin ku bûye sedema serhildan û bihêzbûna terorê û divê pêkhatên wê parêzgehê hest bi bawerî û parastiya jiyana xwe bikin.

Her di vê hevdîtinê de bi têr û tije behsa biryara gelê Kurdistanê ya ji bo encamdana referandûmê ya li 25 ê Eylûlê kirin û Serok Barzanî bi hurî wan sedeman ronahî kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê hengavan bavêjin û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li rêya diyalog û bi amrazên aştiyane berev serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe ve diçe û eve jî bi navê rêgirtina li dûbarebûna şer û giriftên nû ye.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Amerîka hêvî xwest babeta referandûm û peywendiyên Hewlêr û Bexda li rêya diyalog û hevdû têgihîştina her dû aliyan bê.




Nûçeyên din

Komîsyon: Kerkûkî bi rêjeyeke bilind dengê xwe didin

MONDAY, 25 SEPTEMBER 2017 12:09:04

Kerkûk-KDP.info- Berpirseke pilebilind ji Komîsyona Hilbijartinê li Kerkûkê dibêje, rêjeya beşdariya xelkê Kerkûkê di referandumê de bilind a û hemû neteweyên Kerkûkê jî bi bê cudahê dengê xwe didin.

 
Mihemedê Hacî Mehmûd dengê xwe da

MONDAY, 25 SEPTEMBER 2017 12:09:16

Silêmanî-KDP.info- Îro danê sibehê, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê.

 
Kerîm: Kerkûk aram e..Emê jiyaneke bextewer bo pêkhateyan dabîn bikin

MONDAY, 25 SEPTEMBER 2017 11:09:07

Kerkûk-KDP.info- Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di binkeyek dengdanê yê li Kerkûkê de dengê xwe yê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bikaranî û ragihand ku rewşa Kerkûkê aram e û emê jiyaneke bextewer bo pêkhateyan dabîn bikin.

 
Tevgera bazirganî û geştiyarî li xalên sînorê asayî ye

MONDAY, 25 SEPTEMBER 2017 11:09:14

Hewlêr-KDP.info- Berûvajî hemû daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê û nêrîna kesayetiyên siyasî û pisporên aborî, îro tevgera bazirganî di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de asayî ye.

 
Serok Barzanî dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê

MONDAY, 25 SEPTEMBER 2017 11:09:07

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê çû ser sinduqa dengdana referanduma Başûrê Kurdistanê û got Erê ji serxwebûna re.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP