Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 26 JUL 2017 15:39 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Niha dema biryardanê ye li ser serxwebûna Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de ku ji bo rojnameya “Washington Post” nivîsiye, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û rewatiya encamdan û rewşa sedsala borî bi giştî û rewşa ji piştî rûxandina rêjîma Beis bi hûrî ronî kiriye, bo pêşeroja wê dewleta Kurdî ya ku ji berencama referandûmê tê dirustkirin, dilniyayî û ronîkirina temam bo Iraqê û welatên navçê xistiye rû.

Serok Barzanî referandûm wek mafekî rewa ya xelkê Kurdistanê binav dike û bi dilniyayî dibêje: “Serxwebûn karek e her dibe û ne gef e li ser ti welatekî, belû dibe faktera aramî û anîna rewşeke sûdmend û pir hevahengî û pêkvejiyanê li navçê.”

Barzanî di destpêka gotara xwe de behsa wan pirsgirêkên mezin dike, ku temenê wê ji temenê dewleta Iraqê ve ye û di wê derbarê de nivîsiye, “Roja 25/9 rûniştvanên Herêma Kurdistanê di referandûmeke mulzem de biryarê didin, ka ligel Iraqê dimînin, yan serxwebûnê rabigihînin. Dengdan bo çareserkirina pirsgirêkekê ku biqas temenê Iraqê kevin e û hikûmeta Bexdayê jî salane hêvî û xwastekên gelê Kurd binpê dike û wek welatiyên ji pileya duyemîn danûstandinê ligel Kurd dike.”

Serok Barzanî referandûm wek mafekî rewa yê gelê Kurdistanê binav dike, ku ne gef e li ser ti welatekî cîran û di wê derbarê de dibêje: “Biryardana li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê ne destkarîkirina bi sînorê ti welatekî cîran e. ne gef e li ser ti aliyekî, belkû dibe sedema aramiya zêdetir a navçê û pêwendî di navbera Kurd û Ereban de Iraqê de bihêztir dike. Em amade ne hemû nîgeraniyên Iraqê yên derbarê referandûma serxwebûnê de hene, li ber çav bigirin.”

Serok Barzanî dilniya ye ku serxwebûna Kurdistanê her rû dide û bidawîbûna şerê cîhanê yê yekem, sozên civaka navdewletî bo dirustkirina dewleta Kurdî û paşvekişana wan û perçekirina niştimanî ya Kurdistanê li ser çar dewletên din ve (Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye) bibîr aniye û nivîsiye “Serxwebûna Kurdistanê karek e her dibe. Sedsala borî û piştî bidawîhatina şerê cîhanê yê yekem, soza dirustkirina dewletê bi Kurd hate dayîn, piştre û li gor daxwazên xwe, welatê me li ser Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê hate perçekirin. Biryar bû di dewleta Iraqê ya ku nû hatiye dirustkirin de, li ser binemaya şeraketê yeksan di navbera Kurd û Ereb de ba. Lê zû ew xewna geş bû rewşeke tehl. Hikûmetên Iraqê yek li piştî yekê Kurd çewisandin û cara dawî gihêşte ku di salên 1980 de Sedam Hisên bi awayekî berfereh gaza kîmawî bi ser gund û bajarên Kurdistanê de barand. Zêdetirî ji pênç hezar gund bi erdê kir yek û xelk jî li navçeyên başûrê Iraqê gulebaran kir û di gorên bikomî de jenosid kirin. 182 hezar kes (Di nava wan de endamên malbata min) jinav bir, ku dikarim bibêjim hejmara qurbaniyan ji sedî 5 ji xelkê Kurdistanê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê balê dikişîne li ser rewşa ku ji piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên derketiye û behsa hewlên Kurd bo avakirina Iraqekî nû û reşnivîsa destûra nû û parastina mafên Kurd dike, “Piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên, Kurd bi sersextane û bi hemû karînên xwe kar bo avakirina Iraqekî nû kir û reşnivîsa destûrekî nû bo Iraqê nivîs, ku mafê hemû Iraqiyan li ber çavan girt, herwiha mafê xwebirêvebirinê bo Herêma Kurdistanê tê de bû, lê ji piştî çardeh salan, çendîn made û bergên sereke yên destûra Iraqê hatin piştguhkirin û nehatin cibicîkirin. Sîstema siyasî şikestin anî û pêwendî di navbera Sune û Şîeyên Iraqê bi awayekî têk çû ku serencam DAIŞê serî hilda û bû karesateke mezin ji hemû Iraqiyan û bi Kurd jî.”

Serok Barzanî derbarê ew kesên ku behsa yekperçeyiya Iraqê dikin de, amaje bi piştguhxistina Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê dike, ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û dibêje: “Heger dewleta me hebûya, me dikarî hêzên xwe biçek bikin û xwe baştir birêve bibin û bi qurbaniyên kêmtir û demeke zûtir bi ser DAIŞê bikevin” di wê derbarê de Barzanî di gotara xwe de nivîsiye, “Her tê gotin ku Iraqî yekgirtî û yekperçe, dikare zêdetir welatiyan biparêze, lê em vajî wê yekê dibînin, ku DAIŞ di sala 2014an de bi çekên bihêz ên Amerîkî yên ku artêşa Iraqê li Mûsilê dû xwe hêştiye, êrîşî ser Kurdistanê kir. Wê demê hikûmeta federalî ya Iraqê amade nebû ku çek bide Pêşmerge û budceya Herêma Kurdistanê bişîne, ku di destûrê de biryara wê hatibû dayîn. Heger em welatekî serbixwe bûna, me dikarî hêza xwe biçek bikira û xwe baştir birêve bibira û qurbaniyên kêmtir jî di şerê DAIŞê dabana.”

Ew hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ya ku di şerê DAIŞê de derketiye, bi nêrîna Barzanî ku model û awayekî nû ye di navbera Kurd û Ereban de û dibe piştî serxwebûna Kurdistanê jî sûde jê were dîtin, di wê derbarê de Barzanî nivîsiye, “Şerê li dijî DAIŞê, model û awayekî nû di navbera Kurd û Ereban de derket, ku dibe di pêşerojê de jî sûde jê were dîtin. Di şerê jinavbirina DAIŞê li Iraqê de, Pêşmerge û artêşa Iraqê wek du artêşên hevpeyman hevahengiyê dikin, her artêşek serkirdayetiya xwe heye. operasyona hevbeş a artêşa Iraqê û Pêşmerge û hevahengî û hevkariya di navbera wan de gihêşt astekî ku bi carekê nedibû Iraq xwe bi sewr Kurdistanê de bisepîne û kontrola wê bike.”

Serok Barzanî dilniyayê dide Iraqê û bi zelalî amaje bi wê dike ku “Encamên referandûmê her çi be, em kar dikin bo baştirîn hevahengiya me ligel Iraqê û hêzên rojava ve hebin bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê. Kurdistaneke serbixwe dikare pêwendiyên ji yên niha baştir û bihêztir ligel hikûmeta Bexdayê bike û dibe cîranekî baş.”

Derbarê şerê terorê û jêderên (Av, petrol û gazê) de Barzanî behsa hevahengî û perepêdanê dike û nivîsiye, “Dibe hevahengiya li dijî terorê û hevbeşkirina jêderên av, petrol û gazê hebe, bi awayekî ku di xizmeta herdu welatan de be û bibe sedema aramî û aştiya di navbera Iraq û Kurdistanê de. Heger ew ebloqeya ku Iraq xistiye ser hinarde û hawirdeyê me nebe, dibe em herdu alî bi hevbeşî samanên mirovî û sirûştî li bazareke azad de bipêşve bibin, ku niha ew tişt tune ye.”

Barzanî behsa qonaxa piştî biryardana xelkê Kurdistanê di referandûmê de dike û amaje bi qonaxê kiriye ku bi danûstandin, guftûgo, jihevtêgihêtin ligel Bexdayê û welatên cîran û civaka navdewletî dibe, lê referandûm jî bi pabendbûn bo hikûmetên dahatûyî Kurdistanê binav dike û dibêje: “Di demekê de encamên referandûmê dê dibe pabendbûn ji hikûmetên dahatûyî Kurdistanê re û pêwîst e pabend bin. Lê dema ragihandina serxwebûnê wê gotûbêj ligel Bexda, welatên cîran û civaka navdewletî bin. Xala herî nakok jî ew e ku çi navçeyek vegere ser bi Kurdistanê ve.”

Bo pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, Barzanî behsa derfeteke demokratîk dike, ku dibû li gor destûra berî 10 salan hatiye nivîdandin ba, lê di nêrîna Barzanî de referandûm derfetek e bo xelkê wê navçeyan e, her ji ber wê di beşeke gotarê de nivîsiye, “Li gor destûra Iraqê, diviyabû heta 31 Berçile ya sala 2007an madeya 140 cibicî biba, li gor wê made diviyabû xelkê wan navçeyan bi awayekî demokratiyane biryarê li çarenivîsa xwe bidin, lê ji deh salan ve, em wê derfetê didin xelkê, ku di hilbijartineke azad de deng bidin bo vegerin ser bi Herêma Kurdistanê. Em bi ti awayekî naxwazin pirsgirêkên girêdayî bi sînor û navçeyên nakok di navbera me û Iraqê de hebe.”

Barzanî ezmûna hikûmraniyê li Herêma kurdistanê ji piştî raperînê, bi belge ji welatên cîran re derdixe û dibêje: “Ji dema Kurdistanê di sala 1991an vex we bi xwe birêve dibe, bi her awayekî me kar kiriye ku pêwendiyên me ligel cîranan baş be. Tirkiye mezintirîn weberhêner e li Kurdistanê û petrol û gaz jî bi riya Tirkiyê re bo derve tên hinardekirin, ku xizmeta me herdu aliyan dike. Di demekê de ku em nîgeraniya welatên cîran bo referandûm têdigihin, dilniyaya temam jî didin wan, ku Kurdistaneke democrat û aram ji wan dibe cîranekî baş.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Kurdistanê wek aliyekî aram binav dike û dibêje: “Buha û dewlemendiya Kurdistanê di hevrengî pirbûna pêkhateyan de ye. Kurdistan welatê Xiristiyanî, Êzidî, Tirkmen û Şebek e, ku nasnameya cuda ya wan pêkhateyan di yasayên Kurdistanê de dan pê hatiye dayîn. Ji sala 2003an ve bi hezaran Xiristiyanî ji ber şer û çewisandinê ji navçeyên Iraqî reviyane û hatine Kurdistanê. Piştî ku DAIŞê di sala 2014an de dest danî ser navçeyeke berfereh ji Iraqê, Kurdistanê pêşwaziya zêdetir ji milyon û pêncsed hezar koçberên Iraqî kir, ku kêmtirîn alîkarî ji aliyê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ve bo wan dihatin pêşkêşkirin.”

Barzanî di gotara xwe de daxwaza xelkê Kurdistanê dixe pêş Amerîka û civaka navdewletî û daxwaz dike ku rêz li xwastek û biryara demokratîk a xelkê Kurdistanê bê girtin, her ji ber wê di dawiya gotara xwe de wek peyamekê ji cîhanê re dibêje: “Piştî zêdetir ji sedsalekê ji hewlên ku Kurd bi zorê di Iraqê de bijîn, lê ew siyaset ne ji bo me û ne ji bo Iraqiyan bi sûde bû. Ji ber wê em daxwaz ji Amerîka û civaka navdewletî dikin, rêzê li daxwaz û biryara demokratêk a xelkê Kurdistanê bigirin. Dilniya bin ji wê yekê, ku Kurdistan û Iraq di rojên bê de di rewşeke baştir de dijîn.




Nûçeyên din

Kesayetî û siyasetmedarên pêkhateyên Kurdistanê piştevaniya referandumê dikin

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 15:07:59

Dihok-KDP.info- Rewşenbîr û kesayetên siyasî yên pêkhateyên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan didin û dibêjin tenê emê di Kurdistanê de parastî bin.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 09:07:33

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbayî ji Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seydi Elî e sand û tê de ragihandiye: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê ji aliyê we ve.”

 
Serok Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

TUESDAY, 25 JULY 2017 17:07:43

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwndiyeke de pîrozbayî li Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir, ku îro di hilbijartinên navxweyî yên Goran de hatiye hilbijartin.

 
Washington Times: Dostê sitratejîk ê herî nêzîkî Amerîka, Kurdistan e

TUESDAY, 25 JULY 2017 17:07:25

Amerîka-KDP.info- Rojnameya Washington Times a Amerîkî di mijareke taybet de bi destên sitratejîk ên Amerîka li Rojhilata Navîn, dinivisîne, dostê herî nêzîk li Rojhilata Navîn ji Amerîka re, Kurdistan e û Kurdan rolekî gelekî bi bandor li navçeyê lîstine.

 
Ji bo Rûmeta Şehîdan û Pêşeroja Gel Bêjin ERÊ!

TUESDAY, 25 JULY 2017 14:07:25

Çeto Omerî

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP