Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 01:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re behsa encamên Kurdistaneke serbixwe kir
| KDP.info



Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hewla berfereh tê kirin, da ku nîgeraniya li navçê nemîne civaka navdewletî dilniya bibe ku Kurdistaneke serbixwe dibe fakterê karîger di şerê li dijî teror û tundûtûjiyê û beşdariyeke wê ya bi bandor dibe bo aramî û aştiyê li navçê.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro di dema hevdîtinekê ligel bi şandeke bilind ya Yekîtiya Ewropayê bi serpereştiya Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Patrick Sîmon got: “Gelên Kurdistanê bi niyaz in bi awayekî demokratîk xwastekên xwe bi riya referandûmê ji civaka navdewletî re aşkere bikin û Herêma Kurdistanê jî riya guftûgo û danûstandinê digire ber, bo ew xwastekên welatiyên Kurdistanê cibicî bike.

Her di wê civînê de, ku çendîn balyoz û kunsulên welatên Ewropî amade bûn, dawî guhartinên li navçê û rûbirûbûna terorê hatin û pirsa referandûma Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Bo çareserkirina pirsgirêkan û jihevtêgihêştina zêdetir jî, tekezî li ser binemayên guftûgo û danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact