Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 APR 2024 12:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Yekîtiya Ewropa: Dijayetiya mafê yasayî û sirûştî yê gelê Kurdistanê nekin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Iraqê û balyoz û konsulên welatên endam di Yekîtiya Ewropa de kir û ji wan re got bi ti awayekî veger ji biryara referandumê tune ye û daxwaz ji wan kir ku dijayetiya mafê yasayî û sirûştî yê gelê Kurdistanê nekin.

Îro 22.06.2017ê li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Patirîk Sîmon Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandeke balyoz û konsol û nûnerên welatên endamên li Yekîtiya Ewrupa civiya ku ji Balyozên Belçîka û Polonya li Iraq û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr û Nûnerên Balyozxaneya Îtalya û Spanya li Iraqê û Konsolên Elmanya, Fransa û Holanda û Nûnerên Konsolxaneya Brîtanya û Çek û Romanya li bajarê Hewlêrê pêkhatibûn.

Di destpêka civînê de Nûnerê Yekîtiya Ewrupa jibilî ku balkişand ser civîna roja 19.06.2017 Yekîtiya Ewrupa li bajarê Bruksel, herwiha peyama Yekîtiya Ewrupa ji bo Serok Barzanî û amadebûyên civînê xisterû ku tê de Yekîtiya Ewrupa piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê li hemberî gef û kêşeyan da xuyakirin. Herwiha pesnê rol û beşdariya gelê Kurdistanê li şerê dijî terorê û hewandina koçberan kiriye û pêzanînên xwe jî ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge dûpat kiriye. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê eve jî behs kir ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo Yekîtiya Ewrupa girîng in û bi pêwîstî jî zanî ku pêkhatên Iraqê ji bo şikandina teror û çespandina aştiyê yekgirtî bin û terkîz li ser babetên hevbeş bikin û xwe ji biryarên yek aliyane biparêzin û çareserkirina kêşeyên helawestî û çarenûsa navçeyên nakokî li ser li rêya aştiyê bê, ji ber ku eve li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa balkişand li ser babeteke dinê peyama Yekîtiya Ewrupa ya ji bo aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ku ji bo zalbûna li ser gefên siyasî û proseya çaksazî û hilbijartinan, nakokiyên xwe deynin aliyekî û rêkbikevin. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa eve jî xisterû ku mebesta serdana wan ya Kurdistanê gihandina peyama Yekîtiya Ewrupa û têgihîştina baştire li biryar û daxwaziyên Herêma Kurdistanê.

Her li vê civînê de ku bi amadebûna Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û Nûnerên Partiya Şu'î û Tevgera Îslamî û Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran) û Nûnerê Partiyên Turkmen û Mesîhiyên Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî li gotarek da bi hurî wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê ve hengavê bavêjin.

Serok Barzanî balkişand li ser destpêka dirustbûna dewleta Iraqê ku têda gelê Kurdistanê bi merca şeraket biryara jiyanê li çarçêweya dewleta Iraqê de da lê belê li qonaxa 1921 heta 2003 neku tenê şeraket nehat bi cîhkirin belku çemkî hemwelatîbûna gelê Kurdistanê jî nehat bi cîhkirin û li vê demê de 4500 gundên Kurdistanê hatin wêran kirin û 180 hezar zarokên Kurd ber proseya enfalê ketin û bê serûşûn kirin û 12.000 duwaz deh hezar xortên Feylî û 8000 heşt hezar Barzanî bêserûşûn kirin û Kurdistanê jî kîmyabaran kirin û Helebçe buye sembol û hêmaya wan tawanan. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew êş û jenosayd beşa şeraketiya me bûye li gel dewleta Iraqê, li gel ewe da jî piştî 1991 gelê Kurdistanê xwest rûpeleke nû veke û bi navê yekparçeyî ya Iraqê û aştiyê da li gel wan kesan rûnişt ku tawanê jenosayd li dijî gelê Kurdistanê encam dabûn lê belê mixabin ew hewl jî serî negirt ji ber ku çanda hakim li Bexda çanda bi pêvek dîtin û bi tawanbar zanîna gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî 2003 ku gelê Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya avakirina Iraqê da li ser bingeha demokrasî û federalîzmê û destûr û şeraket û tewafuqê, hêvî bi jiyanekî nû hebû lê belê wan bingehan bi destûrê ve jî ji aliyê hikûmetên Iraqê û çanda destbilinda li Bexda ve hate piştguh xistin û binpêkirin û kar gihîşte ser wê yekê ku wekî sizadanekî siyasî debara hemû gelê Kurdistanê hate birîn ku eve binpêkirina metirsîdariya hemû hewlek bû ji bo binyatnana Iraq û meseleya şeraketê.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê ezmûnekî tehl li gel dewleta Iraqê heye û hemû rêyeke ji bo parastina Iraqa yekgirtî ceribandiye û qurbanî û baceke zêde daye lê belê bê encam bûye û cara dawî bi wê encamê gihîştiye ku madem nikarin şeraketê biparêzin û bi navê rêgirtina li şer û êş û kêşeya metirsîdar bila wekî dû cîranên li tenîşta hevdû da bijîn. Serok Barzanî ronahî xiste li ser biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê û tekez li wê yekê kir ku bi tu awayeke vegerana ji wê biryarê tûne û pêwîste xelkê Kurdistanê raya xwe di derbarê çarenûs û paşaroja xwe derbibrin û piştî wê yekê jî Herêma Kurdistanê dikevê guftûgoyên li gel Bexda û hemû rêyeke aştiyane û diyalog li ber digre ji bo çareserkirina kêşeyan û gihîştina bi têgihiştinek ku xizmeta aştî û asayîş û pêşketina her dû alî û navçeyê bike.

Di derbarê şerê DAIŞê de jî Serok Barzanî wê yekê ragihand ku gelê Kurdistanê baceke gelek zêde di wî şerê de da. Berê rêkkeftin hebû ku Pêşmerge beşeke ji menzûma bergiriya Iraqê lê belê ew rêkkeftin jî nehat bi cîhkirin û bi sedema abluqeya çend saliya çek li ser Pêşmerge, Pêşmerge çekên pêwîst nebû li hember wan jî terorîst baştirîn çek di destên wan de bûn û yek ji wan sedemên jenosayda Êzdiyan ew ablûqe bû ku Hikûmeta Iraqê li ser hêzên Pêşmerge danîbû û bi vî awayî Hikûmeta Iraqê, Kurdistan û pêkhatên Iraqê ji gefa terorê jî neparast. Herwiha di derbarê wan koçberên rû li Herêma Kurdistanê kirine Hikûmeta Iraqê kêmterxem buye li yarmetîdana Herêma Kurdistanê wekî bibêjî babeta koçberbûna sedan hezar Iraqiyan ku li Herêma Kurdistanê nîştecîh bûne li derveyê sînorên Iraqê rû dabê.

Serok Barzanî herwiha balkişand li ser operasyona azadkirina Musilê û wê yekê dûpatkir ku ji bilî wan hemûyan Pêşmerge yarmetiya artêşa Iraqê da û hêlên bergiriyên DAIŞê têkşikand û rê ji bo operasyona Musilê xweş kir. Tekez li wê yekê jî kir ku hemahengiya serbazî li gel artêşa Iraqê û rûbirûbûn û têkşikandina terorê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyet dibê. Serok Barzanî li dawiya axaftina xwe de wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê hevkarê Hikûmeta Iraqê dibê li şerê terorê û daxwaz jî kir Yekîtiya Ewrupa û civaka navdewletî yarmetîderê gelê Kurdistan û Iraqê bin li proseya diyalog û çareserkirina kêşeyên di navbera wan û gihîştina bi hevdû têgihîştinekî aştiyane û her wiha eve jî daxwaz kir ku Yekîtiya Ewrupa dijayetiya mafên yasayî û sirûştî û îlahiyên gelê Kurdistanê nekin û gelê Kurdistanê çaverêya ewe ji Ewrupa heye piştevanê wan mafên wan bin û li şerê teror û rûbirûbûna gefan de palpiştê wan bê.  




Nûçeyên din

Dr. Ebdulbasit Seyda: Rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye

MONDAY, 15 APRIL 2024 20:04:58

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin û em di qonaxeke nû de ne. Di warên cografî, leşkerî, gaz û petrolê de, guhertin tên holê. Her kes dixwaze ji vê qadê bêpar nemîne, lê yên ku ji van guhertinan re nehazir in, tenê Kurd in. Navçe tê guhertin û kesên mexdûr xelkên asayî û lawaz in. Xelkê Rojavayê Kurdistanê rastî zilmeke mezin hatine, ku bêtirî milyonek kes koçber û penaber bûne. Rê vekirî be dê xelkê ku mane jî bar bikin.”

Sîhad Barzanî serkeftin ji bo fermandarê nû yê Almanya li Kurdistanê xwest

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:31

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Amerîkayê dikin.

 
Serok Barzanî: Armanca Enfalê jinavbirin, wêrankirin û qirkirina gelê Kurd bû

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di 36 saliya Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildana dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma li dijî gelê me her mane û birînên gelê me derman nebûne.

 
Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de bangî Bexda kir: Qurbaniyan qerebû bikin

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:07

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Em careke din bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku qurbaniyan qerebû bike.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact