Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 8 MAY 2024 02:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Amerîka û welatên Ewropa ne li dijî referanduma me ne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referandoma serxwebûna Kurdistanê dê di wextê de were kirin û Amerîka û cîhan jî ne li dijî wî mafê gelê Kurdistanê ne. Barzanî her wiha diyar kir ku êdî gelê Kurdistanê nikare 14 salên din sebir bike.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de bi televîzyona France24 re, ku duh hat belav kirin, li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê gotiye, niha dema encamdana referandomê ye û em êdî referandomê paş naxin. Em êdî nikarin sebir bikin. Em gelekî jî gîro bûne, lewma referandom dê roja 25 Îlona îsal were kirin.

Barzanî li ser helwesta welatên herêmî, Amerîka û Ewropa li hember referandomê jî gotiye, min heta niha nebihîstiye ku welatekî Ewropî yan jî Amerîka li dijî referandomê bin. Dibe ku bêjin niha ne dema wê ye, Îran û Tirkiyê jî negotine ku em li dijî

referandomê ne û nabe hûn referandomê bikin. Referandom mafekî sirûştî yê her miletekî ye. Ma qey guneh û sûc e ku miletek bi awayekî aştiyane û demokratîk behsa diyarkirina qedera xwe û mafên xwe bike!

Serok Barzanî aniye ziman ku ew dixwazin bi rêya referandom û serxwebûnê pêşiya belayeka mezin bigirin û gotiye, eger hinek dibêjin ev mesele dê bibe sebeba belayeka mezin bila bizanin ku eger referandom pêk neyê wê çaxê dê belayeka mezin biqewime. Behsa mafên mirov û mafên gelan dikin lê dema tên ser kurdan her tişt ji bîra wan diçe û wenda dibe!

Barzanî di bersiva vê pirsê de “qesta te ji vê yekê çi ye ku eger referandom pêk neyê dê bibe sebeba belayeka mezin?” jî gotiye, eger ev rewş her wiha bimîne û arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê neyên çareserkirin, tirsa wê heye şerekî giran biqewime. Helbet em ti carî hez nakin tiştekî wiha bibe û em naxwazin di xeyala me de jî tiştekî wiha derbas bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser pêwendiyên xwe û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî her wiha hevkariya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî gotiye, pêwendiyên min û birêz Ebadî pir baş û dostane ye. Dema me pilana şerê Mûsilê datînî tirsa min ji wê hebû ku eger Pêşmerge û artêşa Iraqê nêzîkî hev bibin dê bûyerên nexweş biqewimin lê şukur wisa nebû, di wexteke kurt de hevkariyek pir baş di navbera her du hêzan de pêk hat û heta niha jî didome. Lê ev nayê wê wateyê dê ev rewş her wiha bimîne ji ber ku ne ez ne jî Ebadî em heta hetayî namînin, ji ber wê jî em ditirsin rewşeka din derkeve holê. Mixabin heta niha jî hinek yên li Bexdayê şirîkatiyê qebûl nakin û dixwazin bi zorê xwe ferz bikin. Ev jî tê wê wateyê ku dê biryarek din were dayîn ew biryar dê ne bi sûda gelê Kurdistanê be û dê bibe sebeba şerekî din. Ji ber wê jî ez dixwazin sûdê ji vê atmosfera pozîtîf werbigirim û em her du alî li hev bikin da ku pêşiya her belayekî bigirin.

Serok Barzanî daye xuyakirin ku eger rewşa niha nayê çareserkirin û Iraq û Herêma Kurdistanê nebin du cîranên baş dê tiştên nexweş biqewimin û gotiye, me nekarî em bibin du şirîkên baş. Destûreka me hebû gelekî baş bû lê bicîh nehat. Di Destûrê de tê gotin ku şertê yekparçebûna Iraqê ew e ku Destûr were bicîhanîn. Ez dixwazim vê pirsê ji hemû dinyayê bikim: Kîjan Destûr? Kê

Destûrê bicîh tine? Ji ber van fikaran ez ditirsim şerek biqewime vêca nizanim di navbera kîjan aliyan de dê biqewime.
Barzanî di bersiva vê pirsê de “Dema Amerîka ji we xwast ku referandomê bihêlin piştî hilbijartinên yên Adara sala 2018, we çi bersiv da?” jî gotiye, me ji wan re got ku em nikarin êdî paş bixin. Ma kê garantiya wê dide hilbijartinên Iraqê di wextê de bên kirin? Ev 14 sal in em paş dixin, êdî em nikarin ji vê zêdetir gîro bikin.

Li ser qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî gotiye, ew dever, Kurdistanî ne û ti gumana me jî ji wê yekê tine ji ber wê jî dê li wan deveran jî referandom were kirin. Em li bendê man Iraq bi rêya madeya 140 ya Destûrê wê nakokiyê çareser bike lê Bexdayê xwe neda ber vê yekê. Li wan deveran hinek navçe hene ereb tê de dijîn. Eger ew bixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê emê hurmeta wan bigirin eger nexwazin jî emê dîsa hurmeta wan bigirin.

Di bersiva vê pirsê de “eger Bexda li dijî wê be ku referandom li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bê kirin, helwesta we dê çi be?” jî gotiye, Bexdayê heta niha tiştekî wiha negotiye lewma hewce nake em behsa îhtimalan bikin. Em hêvîdar in her tiştek bi diyalogê çareser bibe. Jixwe eger rewş gihîşt wê derê ku li dijî me hêz, tehdîd û fişarê bikar bînin wê çaxê em jî bêdeng namînin.

Li bara bandora referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê li ser kurdên parçeyên din yên Kurdistanê jî Barzanî gotiye, miletek bi navê miletê kurd heye ku di navbera çend welatan de hatiye dabeşkirin. Kurd li her derî be mafê wî yê jiyanê heye. Em di wê baweriyê de ne kurd li her welatê ku dijî bi dewleta xwe re li gorî şert û mercên wî welatî bi awayekî aştiyane li hev bikin û mafên xwe bistînin. Vêca ew bi xwe dizanin çi dikin û bi çi awayî dikin. Em ne destwerdanê dikin ne jî rê didin pêşiya wan. Herêma Kurdistanê di heyama 26 salên borî de nîşan daye ku her dem bûye faktora aramiyê û her gava li welatên ku kurd lê hene, firsendeka çareseriya aştiyane çêbûye, me xwe nedaye paş û emê xwe nedin paş jî. Lê ji vê zêdetir em rê nadin xwe. Bi înkarkirinê kêşe çareser nabin çimkî eger wisa bûya wê çaxê di heyama 100 salên borî de kêşeyên kurdan çareser dibûn.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:50

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ragihand:“Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Dê lihevkirineke me ya nû ligel Îranê hebe.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:44

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

 

Balyozê Îspanya: Haya me ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî liBalyozê Îspanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku haya wan ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Artêşa Pasdaran civiyan

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:05

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin û herdu alî tekezê li ser giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dikin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê li ser bazirganiya bi Îranê re gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:17

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 07.05.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel Asir Dawud El-Xurêzî Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqa Federal ku niha bi serdanekê li Tehranê ye, peywendî û asta tevgera bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact