Kerkûk-KDP.info- Siyasetmedarê Rojhilatê Kurdistanê û kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî dibêje, beşdarîkirina di referanduma Başûrê Kurdistanê de erkekî neteweyî ye. Herwiha tekez kir ku Kurdên hersê perçeyên din jî piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin û dê serxwebûna Başûr riya serxwebûnê li pêşiya wan jî veke.
Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, Elî Qazî dibêje: “Eger Pêşewa Qazî Mihemed li vir ba dê gotiba Kurdino ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bibin yek.”
Elî Qazî ragihand: “Di riya serxwebûna Kurdistanê de gelê Kurd bi sed hezaran şehîd dane. Niha dema referandumê ye û divê em hemû destê xwe bidin hev, ji ber ku referandum pirseke neteweyî ye û Kurdên hersê perçeyên din jî piştgiriyê lê dikin. Dema Komara Kurdistan hat ragihandin, bavê min Qazî Mihemed ji gelê Kurd re got: Ev e roja azadiya gelê Kurdistanê.”
Derbarê dijayetiya hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo mijara referandumê, Elî Qazî wiha got: “Referandum û ragihandina serxwebûna Kurdistanê mijareke niştimanî û neteweyî ye û ti hincetek ji bo dijayetiya wê tune ye. Ev dewleta Kurdî dê bibe pêngava yekem ji bo Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê ku ew jî ber bi serxwebûna xwe ve biçin. Ji xwe jî dewletbûn mafê me yê rewa ye. Eger Kurd yekgirtî bin ti welatek nikare rê li pêşiya wan bigre, lê mixabin heta niha neyek in.
Kurê Qazî Mihemed wiha domand: “Egere em vê derfeta niha ji bo serxwebûnê jidest bidin, heta 100 salên din derfeteke din wisa bidest me nakeve, lewma jî ez daxwaz dikim ku hemû partiyên Kurdistanî bi erkê xwe rabin û hemû di roja serxwebûnê û bilindkirina ala Kurdistanê de beşdar bin.”
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.