Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 10 MAY 2024 04:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Washington Times: Serxwebûna Kurdistanê xwedî pêşeroj e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Rojnameya Amerîkî ya Washington Times di raportekê de behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje: “Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê kirin, di berjewendiya Amerîka de ye.”

Herwaha behsa vê yekê dike ku dewleta kurdî şanseke başe bo ber bi pêşde çûna mafên jin, mafên kêmnetew û demokrasiya li rojhilata navîn. Li Kurdistanê cudayiya cinsî, olî û netewî tineye, herkesek li pêş yasa wekhew e.

Herwaha li gor rojnama Washington Times: “Hikûmeta herêma Kurdistanê maf daye hemû kêmîneyên olî ku nûnerê wan jî hebe di kabîneya hikûmetê de, herwaha 11 kursiyên wan li parlamentoyê hene, hemû kêmîneyên olî nûnerê xwe hene di wezareta Ewqaf û karûbarên olî de, ku ev yek jî dibe sedem ku her yek xizmeta berjewendiya xwe bike. Dervey vê jî sedî 25ê parlamentoyê jin e û asankariyek zêde bo wan tê kirin ku berpirsyariyê vergirin.”

Raport ji bo Amerîkayê behsa giringiya cîhê erdnîgariya Kurdistanê ya stratejîk dike û wek navenda şerê dijî terorê de sê netewên bibin alîkar li Îranê, ku dixwazin rejîma Îranê jinav bibin û dibêje: “Amerîka dikare şerê terorê li wê derê bike, bê ku jiyana yek leşkerê wî bikeve metirsiyê.”

Rojname derbarê Tirkiyê de jî dibêje: “Di gotûbêjan de divê têgehandina Tirkiye baş bê kirin ku ew dewleta Kurdistanê dê bê ava kirin, çavê wê dewletê li berfirehbûnê nîne bo Kurdistana Tirkiyê û dê bibe ewlehiya Tirkiyê ya zêdetir.”

Herwaha dibêje: “Divê vê têbiniya giring jî em destnîşan bikin, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, herêma Kurdistanê bi awayek wêran ji Iraqê wergirt, hêdî hêdî qonaxên wê veguhest, berê sektora kar li herêma Kurdistanê tinebû, lê naha Kurdistan xwedî aboriya serbixwe ye, di rastiyê de rawestgehên neftê pir giringin ku dikare di cîhê Rûsya de gaza xwezayî ya hemû Ewropayê dabîn bike.”

Dawiyê de jî tê gotin: “Pêwîst e piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bê kirin, wek kiryareke rast, piştî Baas û grubên şîe mildan DAIŞê û kurd teror dikirin di sala 2014ê de, rabûn budceya herêma Kurdistanê qut kirin, di heman demê de jî Kurdistan rastî şerê dijî terorê hat û zêdetirî 2 milyon koçberan hewand.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Wezareta Derve ya Amerîka rewşa Şingal û Êzîdiyan gotûbêj kirin

THURSDAY, 09 MAY 2024 17:05:06

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşema 09.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Ezra Ziya Birîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya ji bo karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan kir.

 
Wezareta Derve ya Amerîka: Kurdistan hevpeymana me ya stratejîk e

THURSDAY, 09 MAY 2024 17:05:40

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê pêşwazî li Birîkara Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya kir.

 
Encumena Têkoşeran a ser bi Baregeha Barzanî: Em erkê ser milê xwe bicîh tînin

THURSDAY, 09 MAY 2024 14:05:51

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Desteya Bilind a Têkoşeran a ser bi baregeha Serok Barzanî ve got: Em rasterast girêdayî Baregeha Barzanî ne û di hemû waran de pêşniyaran pêşkêşî Baregeha Barzanî û Polîtîroya PDKê dikin, ku raport û pêşniyarên me giring tên dîtin.”

 
Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:50

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ragihand:“Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Dê lihevkirineke me ya nû ligel Îranê hebe.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:44

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact