Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 OCT 2019 20:51 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Kazaxistan piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dike
| KDP.info


Kazaxistan-KDP.info- Berpirsê Komelgeha Hêvî bo dostayetiya Kurd û Kazaxistan li welatê Kazaxistan û Nûnerê PDKê li Asyaya naverast û Kazaxistan Dr. Mihemed Ehmed Berazî dibêje, Hikûmeta Kazaxistan piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dike.

Dr. Mihemed Ehmed Berazî ji malpera KDP.info re ragihand: “Welatê Kazaxistan û Kurdên wî welatî bi hemû awayekî ligel dewleta Kurdistanê ne û tekez kir ku li her derê be ew piştgiriyê li gelê Kurd û Kurdistanê dikin.”

Berazî wiha got: “Kazaxistan amade ye bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê bike û alîkariya Kurdistanê bike, ji ber ku mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye.”

 




Nûçeyên din

“Me û Bexda li ser başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye”

SATURDAY, 19 OCTOBER 2019 18:10:19

Kerkûk-KDP.info- Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdulah dibêje, me û Hikûmeta Iraqê li ser komek pirsan ji bo normalkirin û başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye û di pêngava yekem de jî dê Heşda Şeibî ji navendên PDKê derkevin û dê bikevin destê PDKê.

 
Heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojava hatine Başûr

SATURDAY, 19 OCTOBER 2019 18:10:19

Hewlêr-KDP.info- Li gorî amarên dawî ji 9ê vê mehê û heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û tenê şevê din zêdetirî 700 penaber hatine, ku alîkariyên sereke ji wan re hatine peydakirin û pêşwazî li wan hatiye kirin.

 
Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê libeçav bên girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyê guhertin

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 21:10:24

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir û di wê hevdîtinê û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 13:10:39

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

 
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in şer li Rojava bidawî were û deriyê aştî û guftûgoyê bê vekirin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2019 16:10:05

Hewlêr-KDP.info- Di çarçova danîna kevirê bingehîn ê kolana Barzan li bajarê Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

 



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP