Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 15:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Erê û sed carî erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re
| KDP.info


 

Konê Reş

Erê.. Stranek pesin ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re, ji roja 25ê Îlona 2017an re, roja serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê re.. Erê.. Silav, pesin û stranek çiyayî ji 11ê îlona 1961ê re.. ji pêşmegeyên qehreman re, yên ku em bi xwîna wan gîhan vê qonaxê.. Erê.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku em di bin banê wê de têne parastin û geşbîniyê bi ser me de dibarîne.. Erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re û sed carî ERÊ.. Erê.. Bela êdî bes Ehmedê Xanî bibêje:

 

Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de

Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek

 

Erê.. Em ê bi geşbînî ji referandumê re dilîlînin. Ev referanduma ku bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û serxwebûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de.. Erê.. Bela careke din gotina Mîr Bedirxan di asmanê Kurdistanê de belav dibe: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û Misilman, Xiristyan û Êzidî tev bi aştî bi hev û din re li Kurdistana azad dijîn.. Erê.. Bela daxwazên Hacî Qadirê Koyî bibin rastî:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad

Her wa dibine xerabe abad!

Enwa`î mîlel le gewre ta çûk

Xemilîwe memalîkî wekû bûk

Yek berg in û yek zuban û yek reng

Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..

 

Erê.. Bela êdî serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest nema xewn be:

 

Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,

Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.

Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.

Herne pêş, herne pêş, herne pêş..

Erê.. Stranek pesin ji 25ê îlonê re ji referanduma serxwebuna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..

Erê.. Ez nebawerim ku neferekî Kurd heye û ev referandum ne bi dilê wî ye.. Erê.. Wek nivîskarekî kurd, ez roja referanduma serxwebuna Kurdistanê rojek dîrokî dibînim, ji dil û can dibêjim (Erê) û pîroz dikim..

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact