Deşta Neynewa-KDP.info- Welatiyên navçeyên Kurdistanî li parêzgeha Mûsilê dibêjin, me hêviyeke mezin bi referanduma Kurdistanê heye da ku navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bibe dewlet bi dengê “Erê”.
Sîrwan Husên Mexmûrî ku welatiyekî Mexmûrê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara serkirdatiya Kurdistanê bi birêvebirina referandumê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, baştirîn pêngav bû ji bo vegera navçeyên me bi yekcarî bo ser Herêma Kurdistanê û ev yek bûye cihê dilxweşiyê li cem tevahiya xelkê navîçeya me.”
Seydo Çeto ku kesayetiyekî Kurdên Êzdî ye ji malpera KDP.info re dibêje: “Wek kesek ji Şingalê ez dibînim ku referandum derfeteke zêrîn e û nabe em jidest bidin û nexasim jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îradeya Herêma Kurdistanê, ku divê em hemû tê de beşdar bin û em bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re. Pêwîst e em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û em bibin dewlet ji ber ku hemû bingehên dewletbûnê di Başûrê Kurdistanê de hene.”
Şivan Çawşîn ji nahiyeya Wankê derbarê referandumê dibêje: “Beşdarîkirina me di referandumê pirseke dîrokî ye û ji me re cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku em dixwazin navçeyên me bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Welatiya Xristiyan Yelda Şemuîl ku xelkê bajarokê Tilkêfê ye, ragihand: “Em bi biryara referandumê û lidarxistina wê li navçeyên me jî pir dilxweş in. Em bi coş û xiroş çaverê wê rojê dikin ku em herin ser sinduqan û bêjin “Erê ji vegera navçeyên me bo ser Kurdistaneke serbixwe re.”
Nasih Xidir ku xelkê Zumar e, dibêje: “Rêjeyeke pir mezin ji xelkê Zumar dê bêjin “Erê” di referandumê de û kêfxweşiya me ji wê rojê re pir mezin e û em gelekî dilxweş in bi vegera navçeyên me bo ser Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî.”