Dihok-KDP.info- Kurdên Feylî û Zerdeştî wek tevahiya pêkhate û ol û mezhebên din ên Kurdistanê li hêviya roja referandumê ne û dibêjin emê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re, da ku di Kurdistana azad de em parastî bin.
Nûnerê Zerdeştiyên Dihokê Hîwa Dartaş ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi awayekî giştî em wek Zerdeştî ligel referandum û serxwebûna Kurdistanê ne. Dûr ji hizbayetiyê û ji her tiştî, divê em hemû piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin û em hemû tê de beşdar bibin û em bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re, ji ber ku ji kevin ve em li hêviya vê roja dîrokî bûn. Ev prose girêdayî gelekî ye ku pêwîst e çarenivîsa xwe diyar bike.”
Keçeke çalakvana Zerdeştî bi navê Benaz Umer Selam ji Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek zerdeştî em ji hemûyan zêdetir piştgiriyê li referandum û serxwebûna Kurdistanê dikin. Da ku em jî wek hemû gelên cîhanê bibin xwedî dewleteke serbixwe, ji ber ku dê tê de pêkvejiyan parastî be.”
Ji aliyekî din ve, Berpirsekî Şaxa PDKê li Bexdayê bi navê Îsmaîl Sayemîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara referandumê Kurdên Bexdayê û nexasim jî Kurdên Feylî gelekî dilxweş kirine û ew dibêjin emê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re.”
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskoyê hovane bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.
Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 20ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Heta Kurd û Kurdistan bên înkarkirin Iraq xweşî û aramiyê nabe.”
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.