Kerkûk-KDP.info- Kurdên Kakeyî jî wek pêkhateyên din ên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan didin û dibêjin serxwebûna Kurdistanê tekane çare ye ji bo parastina Kakeyîyan, da ku careke din zilm û zordariyê nebînin.
Çalakvanê Kakeyî Receb Kakeyî ku xelkê Kerkûkê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwêsta me helwêsteke niştimanî û zelal e li ser referandumê, ku em bi hemû awayekî piştgiriya wê dikin û ev xewna me ya sedê salan e. Em nikarin ligel Iraqeke mezhebger bijîn û ew jî dijayetiya me bikin, lewma jî em vê referandumê wek pêngaveke pir girîng dibînin, ji bo ku careke din rastî zilm û zordariyê nebin.”
Endamê Encumena Parêzgeha Helebçe Ako Şawîş ku Kakeyî ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pir dilxweş in bi referanduma Kurdistanê û bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku ev yek sûdê dighîne hemû gelê Kurdistanê ne tenê Kakeyî, ji ber vê yekê jî em piştgiriya wê dikin. Ez wek nûnerekî Kakeyîyan dibêjim hêviya me Kurdistaneke serbixwe ye û Kakeyî di hemû kursiyên dewletê de hebin.”
Derbarê vê pirsê, Samî Refiet Kakeyî Endamê Encumena Qezaya Daqûq ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum pêngavek e ber ber bi serxwebûnê ve û bi awayekî giştî em wek Kakeyî ligel wê ne, ku ev xwena tevahiya gelê Kurd e ne tenê Kakeyê û pêwîst e em hemû piştgiriyê lê bikin, da ku ev prose bi ser bikeve û xwena me hemûyan bicîh were û em bibin xwedî welateke serbixwe.”
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.