Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 09:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî ligel Putin û Wezîrê Derve yê Rûsya diciviye
| KDP.info


 

Rûsya-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 31.05.2017ê, bi serokatiya şandeyeke bala ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê pêk tê bi serdaneke fermî gihiştine Rûsyayê û dê li bajarê ST. Petersburg beşdariyê di Foruma Êkonomî ya Navdewletî de bike.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rûsyayê de, serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê digel Vladimir Putin serokê Rûsyayê û Sergej Lavrov wezîrê derve û hijmareke berpirsên wî welatî û serokên her du kompaniyên Gazprom û Russneft bicive.

Foruma Êkonomî li ST. Petersburg dê sê rojan dewam bike û di nava van rojan de serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re dê çend dîdar û civînan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re yekem civîna xwe digel rêvebir û berpirsên kompaniya Russneft ya Rûsyayê ku, yek ji kompaniyên mezin yên warê enerjiyê ye, dest pê kir. Di civînê de hevkariya navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Russneft niha û di paşerojê de û mekanîzma peydakirina derfetên berhemanîna di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact