Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 APR 2024 08:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Êzdî: Bila navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê..Êdî rastiya PKKê eşkere bûye
| KDP.info


Şêxan-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Şaxa 20 ya PDKê li Şêxan Mehmûd Êzdî dibêje, Êzdiyan gelek qurbanî dane û êdî dixwazin ew û navçeyên wan bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.

Mehmûd Êzdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Êzdî li hêviya referandumê ne, da ku biryarê bidin li ser vegerandina Şingal û navçeyên din ên Êzdiyan bo ser Herêma Kurdistanê. Êzdiyan gelek karesat dîtine û gelek qurbanî dane û tekane çareserî jî ew e ku navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Êzdî wiha got: “Hinek alî dixwazin dîsa navçeyên me vegerînin bin destê Iraqê û navên cuda li navçeyên me dikin, ku ti xêrek ji Kurdên Êzdî re di vê yekê de tune ye, ji ber ku her ji roja yekê de ji karesata Şingalê û heta niha Hikûmeta Iraqê tiştek ji Êzdiyan re nekiriye û ti alîkarî nedaye wan.”

Mehmûd Êzdî wiha domand: “PKK dixwaze destê xwe deyne ser Şingalê û xelkê Şingalê dixapîne, lê ji Êzdiyan re eşkere bûye ku PKK çi siyasetekê birêve dibe û her rojê û bi awayekî ligel kar dike. Herwiha em dikarin bêjin tenê Hikûmeta Kurdistanê alîkariya Êzdiyan kir.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 
Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact