Hewlêr-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, wan belge û dîkomênt derbarê kar û binpêkirinên PYDê kom kirine û dê bidin destê civaka navdewletî.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Me biryar daye ku li hemberî kar û reftarên xerab ên PYDê li Rojavayê Kurdistanê komek çalak bikin û me ji kampa Gewêlan dest bi xwepêşandanê kir û dê xwepêşandanên me li hindur û derveyî Kurdistanê jî birêve biçin.”
Biro wiha got: “Me komek belge û dîkomênt derbarê kiryarên PYDê mîna kuştin û revandina xelkê Rojavayê Kurdistanê, kom kirine û emê bighînin destê civaka navdewletî.”
Serokê ENKSê wiha domand: “PYD berdewam e li ser karên xwe yên xerab û heta niha 10 serkirdeyên me di zindanên wan de ne.”