Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li dijî welatiyên Qibtî yên Misrê şermezar kir.
Tekesta peyama sersaxiyê:
“Em, êrîşa terorîstî ya hovane ku duhî (26.05.2017) bo ser du otobusên rêvingên bajarê Mîna li Misirê ber bi dêrêkeê dicûn hat kirin û di wê êrîşê de nêzîkî sê wlatiyên Qîbtî jiyana xwe ji dest dan û hijmareke din jî birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dikin.
Hevxemî û hederdiyê ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin û ji birîndaran re daxwaza selametiyê dikin.
Di demekê de ku kiryarên terorîstî li gelek deverên cîhanê diqewimin, divê civaka navdewletî cidîtir li ser vê pirsê helwest bigire û bi destekî bihêztir rûbirûyê grûpên terorîstî û bi taybetî bi awayekî berfirehtir berhingarî fikira tarî ya terorîstan bibe.
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
26.05.2017”