Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 22:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî hatina meha Remezanê pîroz kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyamekê, meha Remezanê li misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bi ayeta ku têde dibêje Qur’an di meha Remezanê de hatiye û ev Qur’an rêya rast nîşanî mirovan dide, dest bi pîrozbahiyê kiriye.

Herwiha di peyamê de hatiye diyarkirin: “Bi boneya hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe ji hemû misilmanên cîhanê re bi taybetî jî ji misilmanên Kurdistan û Iraqê re pêşkêş dikim.”

Weke din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviyên xwe anîne ziman û dibêje: “Hêvîdar im, hatina meha bereket û rehmetê ya Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û hemû mirovahiyê. Herwiha bibe wesîleya bidawîbûna teror , tundrewî û naxweşiyê û belavbûna aştî, pêkvejiyan û bexteweriyê bo hemû mirovahiyê.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact