Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 21:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî ji Serokwezîrê Bulgaristanê re behsa referanduma Kurdistanê kir
| KDP.info


 

Sofya-KDP.info- Serok Barzanî ligel Serokwezîrê Bulgaristanê civiya û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku piştî bi dehan sal qurbanîdana gelê Kurdistanê niha biryar dane ku bi navê diyarkirina çarenivîsa xwe, referandumê bikin.

 

Di dirêjahiya serdana xwe ya derveyê welat de îro Pênçşema 25.05.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Sofya ya paytexta Bulgarîstanê ligel Boyko Borisov Serokwezîrê Bulgaristanê civiya.
Di vê hevdîtinê de ku Wezîrê Aborî û Wezîrê Çandinîniyê û Wezîrê Geştuguzariya (Turizm) Bulgaristanê amade bûn, Serokwezîrê Bulgarîstanê jibilî balkişandina rola Kurdistanê di şerê li dijî terorê de spasî xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê kir. Herwiha eve jî ragihand ku şerê terorê ewlewiyeta welatê wane ji bo wê yekê jî hevkarê gelê Kurdistanê dikin. Herwiha balkişand li ser pêgeh û girîngiya Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên aborî û çandî ligel Herêma Kurdistanê ragihand.
Li beranber de Serok Barzanî li gotarek da behsa qehremaniya Pêşmerge kir û spasî yarmetiya hevpeymanan kir û eve jî xisterû ku ewe Pêşmerge bû bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê şikand.

Serok Barzanî tekez kir ku ew xwe bi hevpeymanê her welatek dizanîn ku şerê terorê bike û ragihand ku pêwîste ji bilî şerê serbazî şerê fikrî û aboriya terorê jî bêkirin û ew reg bêne hişk kirin ku bûne sedema serhildan û geşbûna terorê.
Di beşeke din ji axaftina xwe de Serok Barzanî behsa hemahengiya serbazî û emnî ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku piştî dehan sal qurbanîdana gelê Kurdistanê niha biryar dane ku bi navê diyarkirina çarenivîsa xwe, referandumê bikin.
Hêjayî gotinê ye êvariya heman rojê li bajarê Sofya ya paytexta Bulgaristanê şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Dimitar Glavchev Serokê Parlemena Bulgaristanê ji bo Serok Barzanî û şanda li gel saz kir.
Di vê serdanê de Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Hêmin Hewramî Şêwirmendê Serok Barzanî, di nava şanda ligel Serok Barzanî de ne. 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact