Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 APR 2024 13:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nûnerê PDKê li Rûsya: Mosko piştevaniyê li referanduma Kurdistanê dike
| KDP.info


Rûsya-KDP.info- Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşewî Mela Îbrahîm behsa paşeroja Kurdistanê dike û dibêje, roj bi roj piştevaniyên ji pirsa serxwebûna Kurdistanê re zêdetir dibin û Rûsya jê yek ji wan welatan e ku piştevaniyê li referanduma Kurdistanê dike.

Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir girîng de ye û asta dîplomatîk ya Herêma Kurdistanê ji berê pêşkeftîtir e, ku pêwendiyên wê yên bihêz ligel Yekîtiya Ewropa heye û niha ligel welatên ewropî gotûbêjan dike ji bo pirsa serxwebûnê. Li cem Rûsya jî Kurdistan xwedî pêgeheke teybet e û Mosko rola Serok Barzanî bilind dinirxîne. Herwiha li cem Amerîka jî niha pêwendiyên Kurdistanê bi îdareya nû ya Amerîka re pir baş in û bi dehan berpirsên wî welatî bi eşkere

piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan didin. Li ser asta welatên Erebî jî, Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke girîng e li navçeyê û nexasim jî di dema ku Serok Barzanî wek niha, serdana welatên Erebî dike, ew yek eşkere dibe û ew pêgeh dê bi erênî bandorê li ser paşeroja Kurdistanê bike. Serdana Serok Barzanî bo Urdinê welatên Erebî ji piştevaniya Kurdistanê nêzîk kirine, ji ber ku ji wan re eşkere bûye ku Kurdistan dê ciheke aram be li navçeyê.”

Nûnerê PDKê li Rûsya wiha got: “Li ser asta leşkerî de, Herêma Kurdistanê bûye mertal ji bo şikandina terorê li navçeyê û bûye beşek girîng ji hevpeymaniya navdewletî û gelek karên hevbeş pêkve dikin. Herwiha çend welatên mezin ên cîhanê li ser projeya rêkxistin û yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin. Êdî piştevaniyeke bihêz ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê heye û nexasim jî gelên Amerîka û Rûsya piştevanî û piştgiriyê li referanduma gelê Kurdistanê dikin. Herwiha Hikûmeta Rûsya jî piştgiriyê li referanduma Kurdistanê dike.”




Nûçeyên din

Dr. Ebdulbasit Seyda: Rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye

MONDAY, 15 APRIL 2024 20:04:58

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin û em di qonaxeke nû de ne. Di warên cografî, leşkerî, gaz û petrolê de, guhertin tên holê. Her kes dixwaze ji vê qadê bêpar nemîne, lê yên ku ji van guhertinan re nehazir in, tenê Kurd in. Navçe tê guhertin û kesên mexdûr xelkên asayî û lawaz in. Xelkê Rojavayê Kurdistanê rastî zilmeke mezin hatine, ku bêtirî milyonek kes koçber û penaber bûne. Rê vekirî be dê xelkê ku mane jî bar bikin.”

Sîhad Barzanî serkeftin ji bo fermandarê nû yê Almanya li Kurdistanê xwest

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:31

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Amerîkayê dikin.

 
Serok Barzanî: Armanca Enfalê jinavbirin, wêrankirin û qirkirina gelê Kurd bû

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di 36 saliya Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildana dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma li dijî gelê me her mane û birînên gelê me derman nebûne.

 
Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de bangî Bexda kir: Qurbaniyan qerebû bikin

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:07

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Em careke din bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku qurbaniyan qerebû bike.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact