Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 06:58 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Korbenda Aborî- Serok Barzanî behsa referanduma Kurdistanê dike
| KDP.info


 

Urdin-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya beşdariya xwe di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Deryaya Mirî ya Urdinê hejmareke hevdîtinên girîng lidar xist û tê de behsa referandum û serxwebûna Kurdistanê kir.

Îro Şemiya 20.05.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya yekem roja Korbenda Aboriya Cîhanî li Deryaya Mirî ya Urdinê kir. Di vê korbendê de hejmarekî zêde ji kesayetiyên siyasî û aborî yên cîhanê û berpirsên welatan beşdar bûne.

 

Di çarçoveya korbendê de Serokê Herêma Kurdistanê ligel Dr. Fuad Mehsum Serokomarê Iraqê civiya. Di hevdîtinê de şerê terorîstên DAIŞê li Musil û navçeyên dinê Iraqê û qonaxa piştî DAIŞê û babeta koçberan û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin.

 

Piştî vê hevdîtinê û çarçoveya korbendê de Serok Barzanî li gel Borge Brende Wezîrê Derveyê Norwecê civiya. Di vê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Norwecê hate nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser pêşveçûnên dawî ya şerê dijî terorîstan û qonaxa piştî DAIŞê li Iraq û her wiha rewşa koçber û penaberan. Di beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Hikûmeta Norwecê kir ku hevkariya serbazî û mirovî li şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî gelê Kurdistanê kiriye. Rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Li dirêjahiya hevdîtinên li çarçoveya korbendê da Serok Barzanî ligel Klaus Schwab Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî civiya.

Li hevdîtinê de Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî xweşhaliya xwe bi beşdarbûna Serok Barzanî li korbendê de derbirî û her wiha li gotarek da pêzanînên xwe ji bo helwesta xelkê Kurdistanê ya li hewandin û pêşwazîkirina li koçber û penaberan de hebû û rola Pêşmerge jî li têkşikandina terorîstan de bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge bi çek û îmkaniyatên sînordar karî xweragir bê û li şûna cîhanê şerê terorê bike û li vê şerê da jî serket. Herwiha xweşhaliya xwe jî bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li çend salên derbasbûyî û heta niha de derbirî. Her li vê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê şerê terorîstên DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge û babeta koçberan û her wiha gefên qonaxa piştî DAIŞê xisterû.

 

Piştî vê hevdîtinê û li heman rojê de Serok Barzanî li el Brett Konders Wezîrê Derve yê Holanda civiya. Li civînê de Wezîrê Derveyê Holanda xweşhaliya xwe bi geşbûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê nîşan da û eve jî ragihand ku Holanda pabendî geşkirina peywendiyane li gel Herêma Kurdistanê bi taybet li warên uze(enerji) û çandin û avê de.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî pêşwazî li berevpêşveçûna peywendiyên Herêma Kurdistan û Holanda kir û hêvî xwest ew peywendî li warên enerjî û çandinê zêdetir pêşbikevê.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û qeyrana koçber û penaberan û şerê DAIŞê nirxandin û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku şikesta serbaziya DAIŞê li Musil ne bi wateya dawî hatina hizra terorê ye û pêwîste bi hewleke hemû aliyên cîhanê sedemên serhildan û geşbûna terorê bê dayîn.

 

Her di çarçoveya korbendê de Serok Barzanî ligel hejmarek ji endamên xortên rêxistina cîhanî ya Global Sheperz civiya ku rêxistineke cîhanî ye û ji xortên seranserê cîhanê pêk hatiye. Ev şanda rêxistina cîhanî Global Sheperz mebesta wan bû ku di derbarê rewşa Kurdistanê û serxwebûn û referanduma Kurdistanê de nêrîna Serok Barzanî ji nêzîk ve bizanin û Serok Barzanî jî bi kurtî behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û pêşelbûna şeraket û wan êşan xisterû ku ji aliyê hikûmetên Iraqê da li ser gelê Kurdistanê da hatiye. Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de sedemên wê bi hûrî behs kir ku hana gelê Kurdistanê daye biryar li serxwebûn û referandumê de bidin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact