Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 22 APR 2018 09:36 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê ji Goranê û malbata Newşîrwan Mistefa re şand
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata Newşîrwan Mistefa û Tevgera Goranê kir û tê de radigihîne: “Min weke hevsoz û beşdarê xema xwe bizanin.”

Nêçîrvan Barzanî îro înê 19ê Gulanê ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: “Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa, ez serxweşiyê li endamên malbatê, kesûkar, dost û hevalên wî yên birêz û Tevgera Goranê dikim. Ez hevsoz û beşdarê xema we me. Xwedayê mezin, xwedê jê razî bixe ber rehmeta xwe.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvîdar im, ku Tevgera Gorranê û alîgirên xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa, bo xizmeta Kurdistanê û armancên hevbeş ên gelê me berdewam bin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Tevgera DAIŞê metirsîdar e..Pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin

THURSDAY, 19 APRIL 2018 17:04:13

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ragihand ku tevgera DAIŞê li deverên Kurdistanî metirsîdar e û pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin.

 
Berdevkê PDKê: Baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi PDKê heye

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 18:04:13

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Birêvebir a Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulana îsal li Pîrmam civiya û Berdevkê PDKê derbarê wê civînê ragihand ku baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi PDKê heye.

 
NY û Kurdistan: Çareseriya pirsgîrêkan bi rêya diyalogê ye

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 18:04:54

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê de kirin.

 
Zêbarî: PDKê hewl dide ji bo yekîtiya aliyên Kurdistanî li Bexdayê

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 15:04:43

Hewlêr-KDP.info- Endamekî polîtburoya PDKê dibêje, zêdebûna lîsteyên kurdan bo hilbijartinên Iraqê dê ziyanê bigihîne pêgeha kurdan li Bexdayê, lê PDKê hewl dide ji bo yekîtiya hemû aliyên Kurdistanî li Bexdayê piştî hilbijartinan.

 
Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka çend mijar gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 13:04:46

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke amerîkî ya bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk kir. Di hevdîtinê de rewşa herêmê û Iraqê û herwiha hilbijartinên giştî yên Iraqê hatine gotûbêjkirin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP