Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 28 JUL 2017 17:49 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Pêşmergeyên Eylûl û Gulanê: Jibilî serxwebûnê em bi tiştekî din razî nabin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûl û Gulanê dibêjin, ji bo ku xebat û têkoşîna me vala neçe, jibilî serxwebûnê em tiştekî din naxwazin, lewma jî pêwîst e bilez rojek ji referandumê re bê diyarkirin û em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Zikrî Hemîd, ku Pêşmergeyê herdu şoreşên Eylûl û Gulanê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava 100 salên borî de me gelek xebat kiriye û me gelek qurbanî dane, ew jî ji bo ku am bi azadî bijîn. Ti gavek li ser çiyayên Kurdistanê nemaye ku me xwîn li ser nerijandibe. Lewma jî em daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin ku yekrêz ûyekgirtî bin û piştgîriyê li biryar û pêngavên Serok Barzanî bikin, da ku em referandumê bikin û serxwebûna xwe rabighînin.”

Pêşmergeyê dêrîn, Hacî Qadir jî dibêje: “Ez di gelek şer û dastanan de beşdar bûme û li dijî dijmin rawestiya me, ew jî ji bo ku em wek gelê Kurd bi azadî bijîn. Niha hin alî dixwazin pirsgirêkan derxînin ji bo ku em neghên wê armanca xwe ya ku me qurbanî di ber de nane. Lê em wek Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûl û Gulanê, jibilî serxwebûnê bi tiştekî din razî nabin, lewma jî em daxwaz dikin bilez rojek ji bo lidarxistina referandumê were diyarkirin û em jê re bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re.”

Herwiha Pêşmerge Şerîf Mihyedîn jî dibêje: “Temenê min 10 sal bû dema ku ez bûm Pêşmerge, niha jî temenê min 60 sal e û hêj ez Pêşmerge me û amade me her Pêşmerge bim ji bo gelê xwe. Me ewqas ked û xebat û têkoşan kiriye ku em bighên hêvî û armancên xwe ku ew jî serxwebûn e, lewma jî em daxwaz dikin ku ji bo ku xebata me vala neçe, referandum bê kirin û em tê de serxwebûnê hilbijêrin û em bi çavê xwe berhema xebat û têkoşîna xwe bibînin.”




Nûçeyên din

Alîkarî û têkeliyên Amerîka ligel Kurdistanê dê berdewam bin

FRIDAY, 28 JULY 2017 14:07:11

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirin ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê bi wateya dawîhatina terorê nayê.

Partiyên Kurdistanê: Ti îradeyek nikare rêya referandum û serxwebûnê bigre

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 18:07:09

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bersiva wan hewl û propagendeyan didin ku dixwazin dijayetiya referanduma Kurdistanê bikin, û tekez dikin ku referandum îradeya gelê Kurdistanê ye û ti kes nikare rê li pêşiya wê bigre.

 
Endamekî kongreya Amerîka bo gelê Kurdistanê: Em ligel we ne

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 17:07:53

Ajans-KDP.info- Endamek kongeya Amerîkayê yê ser bi partiya komarxwazan gelê kurd piştrast dike û dibêje: ‘’Em ligel we ne.’’

 
Siyasetmedarekî Almanî: Kurdistan hêjayî serxwebûnê ye

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 17:07:34

Ajans-KDP.info- Siyasetmedarekî Almanî piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan da û got, min di facebookê de alaya Kurdistanê daniye pişt serê xwe.

 
Rûsya; Heqê Kurdan heye ku referanduma serxwebûnê bikin

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 17:07:20

Rûsya-KDP.info- Li gorî mijareke ajansa Brêytbart, Rûsya dibêje, heqê Kurdan heye ku daxwaza serxwebûna xwe bikin. Herwiha li ser asta dîplomatîk jî Rûsya amadehiya xwe nîşan daye ku bi awayekî aştiyane piştgiriya vê piroseyê bike.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP