Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 19 SEP 2017 20:13 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Laleş: Bila Pêşmerge navçeyên Şingalê rizgar bike
| KDP.info


Dihok-KDP.info- Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş di daxuyaniyekê de li dijî kişandina Kurdên Êzdî bo nava pirsgirêkên navçeyê derket û daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin.

Di wê daxuyaniya ku kopiyek jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş eşkere dike ew çavdêriya rewşa navçeyên nêzîkî Şingalê dikin, ku hêzên Heşda Şeibî bi navê şerê terorîstên DAIŞê hatine wir û dibêje: “Divê Heşda Şeibî xwe ji gund û komelgehên Êzdiyan dûr bixe û ew erk tenê dikeve ser milê Hêzên Pêşmerge, ji ber ku ew pêşketina Heşda Şeibî pirsgirêkek û şerekî navçeyî ye û ew hêz dixwazin berjewendiyên xwe bi riya Şingalê cîbicî bikin.”

Li gorî Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê ne di berjewendiya Êzdiyan de ye ku têkevin nava wî şerê navçeyî de û hebûna wan hêzan jî li ser axa Şingalê dibe sedema venegeryana koçberên Şingalê bo ser mal û halê xwe. Herwiha helwesta Serokatiya Kurdistanê û Fermanderiya Giştî ya Pêşmerge û nerazîbûna wan li dijî hatina Heşda Şeibî bo Şingalê, nîşana xemxwarina wan e ji bo xelkê me û ji bo paşeroja Êzdiyan, lewma jî em piştgiriya helwesta wan dikin û daxwaz dikin ku Hêzên Pêşmerge bi xwe hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin. 

 

 

 




Nûçeyên din

Barzanî: Em serxwebûnê dixwazin, kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin..Biryarên Bexdayê naghên Kurdistanê

TUESDAY, 19 SEPTEMBER 2017 18:09:07

Soran-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referandoma serxwebûnê ya devera Soranê ragihand: “Em serxwebûnê dixwazin, em kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin û biryarên Hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê naghên Kurdistanê.

 
Malbatên şehîdan: Serxwebûn wefa ye ji bo xwîna zarokên me

TUESDAY, 19 SEPTEMBER 2017 18:09:24

Hewlêr-KDP.info- Roj bi roj dema lidarxistina referanduma Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê nêzîk dibe û piştgiriyên ji bo vê proseyê jî berfirehtir dibin. Malbatên şehîdan dibêjin xwîna şehîdan ji bo serxwebûnê bû û tekane wefa ji bo xwîna wan şehîdan serxwebûn e.

 
Serok Barzanî bo Wezîrê Brîtanya: Bê garentiyeke navdewletî em referandumê paş naxin

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 22:09:26

Hewlêr-KDP.info- Di bersiva daxwaza Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya bo paşxistina referandumê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand bê garentiyeke navdewletî Kurdistan referandumê paş naxe.

 
Seidî Pîre: Sibe şanda referanduma Kurdistanê biçe Bexdayê

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 21:09:49

Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Bilind a Referandumê Seidî Pîre ragihand ku biryar e sibe Sêşemê şanda Herêma Kurdistanê bo gotûbêjan derbarê proseya referandumê serdana Bexdayê bike.

 
Wezîrê Darayî: Bo piştevaniya serxwebûnê min dest ji Goran berda

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 20:09:18

Silêmanî-KDP.info- Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji pişka Tevgera Goranê, Rêbaz Hemlan ji ber piştgirînedana Goranê bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, dest ji vê tevgrê berda û divêje bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê min dest ji Goran berda.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP