Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 30 MAY 2017 08:35 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hikûmetê projeya yekirina Hêzên Pêşmerge pesend kir
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesend kir.

Serokê Fermangeha Hemahengû û Pêdaçûnê Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nûrî Osman ji Rûdawê re ragihand, ku Civata Wezîran projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesendkiriye û ji bo erêkirinê dê vê projeyê pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevkariya tîmekî pispor ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê, dixwaze ji bo çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge pêngavan biavêje. Ji bo vê armancê jî projeyekî 35 xalî hatiye amadekirin.
Roja 7ê Gulana 2017, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî, herwiha berpirsên Wezareta Pêşmerge ligel vê tîma şêwirmend civiya û tîma navborî pêşniyar û bernameya karên xwe yên hevbeş eşkere kir.
Armanca vê projeyê di paşerojê de pêkanîna hêzeke serbazî ya profesyonel e.
 




Nûçeyên din

PKK çekdarên xwe li Şingalê kom dike..Nêta wan a şer e

MONDAY, 29 MAY 2017 21:05:35

Şingal-KDP.info- Berpirsekî PDKê metirsiyên PKKê li ser Şingalê eşkere dike û dibêje, PKK ciwan û çekdarên xwe ji bajarên din ên Kurdistanê tîne Şingalê.

 
Fransa: Em piştgiriya her gavekê dikin ku, aramiyê li Kurdistanê zêde bike

MONDAY, 29 MAY 2017 18:05:53

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê Marc Barety kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê kir.

 
Êzdî: Bila navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê..Êdî rastiya PKKê eşkere bûye

MONDAY, 29 MAY 2017 17:05:00

Şêxan-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Şaxa 20 ya PDKê li Şêxan Mehmûd Êzdî dibêje, Êzdiyan gelek qurbanî dane û êdî dixwazin ew û navçeyên wan bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

MONDAY, 29 MAY 2017 14:05:14

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşem 29.05.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marc Barety Balyozê Fransa li Iraqê û Dominique Mas Konsolê Fransa li Hewlêrê kir.

 
Heşda Şeibî hatiye Şingalê ji bo alîkariya rêjîma Sûriyê

MONDAY, 29 MAY 2017 00:05:45

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê berê yê Şingalê ragihand ku Heşda Şeibî hatiye Şingalê da ku bi vê riyê alîkariya rêjîma Sûriyê bikin, ji ber ku Şingal navçeyeke stratejîk e.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP