Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 22 APR 2018 09:45 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Xelkê Zaxo li hêviya referandumê ne..Dewletbûn dê me ji karesatan biparêze
| KDP.info


 

Zaxo-KDP.info- Xelkê Zaxo bi temamî piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin û dixwazin di bin ala Kurdistanê bi azadî bijîn û ew karesatên ku hatine serê miletê Kurd dûbare nebin.

Welatiyê bajarê Zaxo, Dilşad Mihemed, ku beşê kompyuterê li zanîngehê xwendiye ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman referandum daxwaza hemû gelê Kurd e û niha jî pêwîstiyek e, ji ber ku êdî miletê Kurd dikare bê Iraqê jî bijî, lê tişta ku niha pir pêwîst e yekîtiya navamala Kurdistanê ye. Pêwîst e aliyên siyasî daxwazên gelê Kurd liberçav bigrin, da ku em hemû bighên armanca xwe û ez geşbîn im ku di demeke nêzîk de dê referandum were lidarxistin û em lihêviya wê ne jî.”

Herwiha xwendekarê peymangehê Casim Sebrî jî dibêje: “Niha referandum mijara gerim di nava xelkê ye. Em li hêviya lidarxistina wê ne, ji ber ku rewş baş e û tişta ku gelekî girîng bû jî bilindkirina ala Kurdistanê bû li ser Kerkûkê, ku ew yek destpêkek bû ji bo cudabûna Kurdistanê ji Iraqê û welatên mezin jî piştevaniyê li vê biryarê dikin. Giringiya dewletbûna Kurdistanê di wê yekê de ye ku ew karesatên heta niha hetine serê Kurdan, careke din dûbare nabin.”

Welatiyek din ji Zaxo bi navê Dilşad Pîrî dibêje: “Kudan gelek şoreş kirine ji bo ku bighên mafê xwe, lewma jî niha em bi bêdudilî bêjin belê di referandumê de û em helwesta xwe nîşanî hemû cîhanê bidin û em bêjin em karin xwebirêve bibin û herwiha lidarxistina referandumê mafekî rewa ye.”
 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Tevgera DAIŞê metirsîdar e..Pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin

THURSDAY, 19 APRIL 2018 17:04:13

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ragihand ku tevgera DAIŞê li deverên Kurdistanî metirsîdar e û pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin.

 
Berdevkê PDKê: Baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi PDKê heye

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 18:04:13

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Birêvebir a Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulana îsal li Pîrmam civiya û Berdevkê PDKê derbarê wê civînê ragihand ku baweriyek xûrt a gelên Kurdistanê bi PDKê heye.

 
NY û Kurdistan: Çareseriya pirsgîrêkan bi rêya diyalogê ye

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 18:04:54

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê de kirin.

 
Zêbarî: PDKê hewl dide ji bo yekîtiya aliyên Kurdistanî li Bexdayê

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 15:04:43

Hewlêr-KDP.info- Endamekî polîtburoya PDKê dibêje, zêdebûna lîsteyên kurdan bo hilbijartinên Iraqê dê ziyanê bigihîne pêgeha kurdan li Bexdayê, lê PDKê hewl dide ji bo yekîtiya hemû aliyên Kurdistanî li Bexdayê piştî hilbijartinan.

 
Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka çend mijar gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 18 APRIL 2018 13:04:46

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke amerîkî ya bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk kir. Di hevdîtinê de rewşa herêmê û Iraqê û herwiha hilbijartinên giştî yên Iraqê hatine gotûbêjkirin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP