Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 28 JUL 2017 21:56 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Pêşmergeyên birîndar li Belçîkayê tên çareserkirin
| KDP.info


Broksl-KDP.info- Hejmarek Pêşmergeyên birîndar li nexwaşxaneya Belçîka tên çareser kirin û welatên din Ewropa jî amade ye alîkariya Pêşmerge bike.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Yekitiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand ku, yekem karwanê Pêşmergeyên birîndar geheştiye bajarê Broksla paytexta Belçîka.

Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand, yekem emeliyat bo Pêşmergeyê bi navê Rezwan Xidir hatiye kirin û van rojan jî emeliyat ji bo Pêşmergeyê bi navê Zaîd Mihemed tê kirin.

Herwaha got biryar e di demek nêzîk de ew Pêşmergeyên ku li Kurdistanê kontrolên wan pêkhatine û navê wan bo derketina derve hatiye nivîsandin ji bo çareseriya bijîşkî dê bigehin Brokslê.

Xercên çareseriya wan Pêşmergeyane ji aliyê hikûmeta herêma Flanderz a Belçîkayê ve tê dabînkirin û ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xercên veguhestina wan Pêşmergeyan girtiye ser xwe .




Nûçeyên din

Generalê Amerîkî Jay Garner: Divê em piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin

FRIDAY, 28 JULY 2017 18:07:54

Washington-KDP.info- Hakimê Medenê yê berê li ser Iraqê Jay Garner di panêlekê de derbarê Kurdistanê ragihand ku divê Amerîka piştgiriyê li serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.

Alîkarî û têkeliyên Amerîka ligel Kurdistanê dê berdewam bin

FRIDAY, 28 JULY 2017 14:07:11

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirin ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê bi wateya dawîhatina terorê nayê.

Partiyên Kurdistanê: Ti îradeyek nikare rêya referandum û serxwebûnê bigre

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 18:07:09

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bersiva wan hewl û propagendeyan didin ku dixwazin dijayetiya referanduma Kurdistanê bikin, û tekez dikin ku referandum îradeya gelê Kurdistanê ye û ti kes nikare rê li pêşiya wê bigre.

 
Endamekî kongreya Amerîka bo gelê Kurdistanê: Em ligel we ne

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 17:07:53

Ajans-KDP.info- Endamek kongeya Amerîkayê yê ser bi partiya komarxwazan gelê kurd piştrast dike û dibêje: ‘’Em ligel we ne.’’

 
Siyasetmedarekî Almanî: Kurdistan hêjayî serxwebûnê ye

WEDNESDAY, 26 JULY 2017 17:07:34

Ajans-KDP.info- Siyasetmedarekî Almanî piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan da û got, min di facebookê de alaya Kurdistanê daniye pişt serê xwe.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP