Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 19 SEP 2017 20:16 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hinek pirs ji PKKê
| KDP.info


 

Aryan Ferec

PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, li dijî kurdayetiyê ye. Ew bi eşkere dibêjin kurdayetî faşîzm e û avakirina dewleta Kurdistanê zêdetir Rojhilata Navîn ji aliyê împiryalîzmê ve, perçe dike. Dibêjin heya ji destê me bê emê rêgiriyê li avakirina wê bikin.

Dibêjin, em ala Kurdistanê naxwazin û em yekîtiya gelên navçeyê dixwazin. Dibêjin, em parastina yekîtiya axa welatên Rojhilata Navîn dikin û em ji kantonan bilindtir naxwazin. Dixwazin neteweya Kurd di nava (neteweyên demokratîk) de winda bine.

Li ser wan helwêstan gelek pirsên rewa û bêbersiv bi dawa PKKê digrin û ev jî hinek ji wan pirsan:

- Eger hûn dijî serxwebûna Kurdistanê bin, ev 30 sal e bi navê serxwebûna herçar perçeyên Kurdistanê, hûn çima zarokên Kurdan bi kuştin didin û hûn hîn jî berdewam in li ser bi kûştina wan?

- Eger hûn ne dewlet û ne azadî û ne jî ol û ne welat û ne alayê dixwazin, baş e doz û armancên we çi ne?

- Eger hûn xwe wek partiyeke Kurdî nabînin û kurdayetî li cem we faşîzm e û serkirdatiya we nîvê wan Tirk in û nêvî jî nizanin bi zimanê Kurdî, çima ji bo şerê we yê vala hûn zarokên Kurdan dikin gurbanî?

- Dirûşma we ya “na ji bo dewletûnê, na ji malbat û malbatbûnê re, na ji bo ala û serweriyê û na ji deselat û dezgehêm hikûmî re” ku we bilind kiriye, jibilî berelayî û bê sîstembûn û hovîtiyê, çi wateya wê heye?

- Di ber çi de hûn li ser xebata demokrasî ya Bakurê Kurdistanê siwar bûn û we derfet û destkeftên siyasî yên HDPê jinav birin û hûn bûn sedema zindanîkirina serkirdeyên wan?

- Çima û di ber çi armancan de we çeper li nava bajarên Bakurê Kurdistanê kolandin û we xelkê sivîl xistin nava şerê xwe de, piştre jî we ew neparastin û hûn reviyan, xelk jî koçber û derbider û bêmal bûn?

- Çima we derfeta ku ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re hatibû we jinav bir û we ew perçeyê Kurdistanê kir koyle di ber destê rêjîma Esed? Çima bi hezaran ciwanên Rojava li Minbic we bi kuştin dan û di dawiyê de jî we ew bajar da destê artêşa rêjîma Beis û hîna jî hûn dixwazin miletê Kurd ji we re bêje destê we sax be?

- Hûn li Rojavayê Kurdistanê ku ji Beis re hûn kar dikin û hûn Kurdan û kurdperweran nefî dikin û partiyên Kurdî qedexe dikin û zarokên Kurdan davêjin binê zindanan û wan eşkence dikin û ala Kurdistanê dişewitînin. Bi çi rûyekî hûn hîna dibêjin em Kurd in?

- Hûn li Rojhilatê Kurdistanê bûne parêzer û pasevanên sînor û hûn dijayetiya xebat û sembolên netewî û têkoşana rizgarîxwaza Kurdan dikin, baş e hûnê çawa bibin rizgarkerê Kurdên Rojhilat?

- Hûn bo hemû xelkê şer dikin û tenê ji Kurdan re şer nakin. Hûn koyle û darê destê hemû aliyan e û bê îrade ne, lê hûn tenê li hemberî Kurdan dilêr û aza ne. Baş e hûn çawa xwe wek Kurd û Kurdistanî dibînin?

- Çima we xwe li Şingalê asê kiriye û hûna naxwazin ew bajêr bê avedankirin û xelkê wê ku karesat dîtiye, dîsa di bin rehma şer û malwêraniyê de bimîne?

- Hûnê heta kengî karibin zarokên Kurdan li dikî Kurdan û li dijî hêviyên Kurdan bi kuştin bidin?.

Attachments area
 




Nûçeyên din

Barzanî: Em serxwebûnê dixwazin, kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin..Biryarên Bexdayê naghên Kurdistanê

TUESDAY, 19 SEPTEMBER 2017 18:09:07

Soran-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referandoma serxwebûnê ya devera Soranê ragihand: “Em serxwebûnê dixwazin, em kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin û biryarên Hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê naghên Kurdistanê.

 
Malbatên şehîdan: Serxwebûn wefa ye ji bo xwîna zarokên me

TUESDAY, 19 SEPTEMBER 2017 18:09:24

Hewlêr-KDP.info- Roj bi roj dema lidarxistina referanduma Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê nêzîk dibe û piştgiriyên ji bo vê proseyê jî berfirehtir dibin. Malbatên şehîdan dibêjin xwîna şehîdan ji bo serxwebûnê bû û tekane wefa ji bo xwîna wan şehîdan serxwebûn e.

 
Serok Barzanî bo Wezîrê Brîtanya: Bê garentiyeke navdewletî em referandumê paş naxin

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 22:09:26

Hewlêr-KDP.info- Di bersiva daxwaza Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya bo paşxistina referandumê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand bê garentiyeke navdewletî Kurdistan referandumê paş naxe.

 
Seidî Pîre: Sibe şanda referanduma Kurdistanê biçe Bexdayê

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 21:09:49

Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Bilind a Referandumê Seidî Pîre ragihand ku biryar e sibe Sêşemê şanda Herêma Kurdistanê bo gotûbêjan derbarê proseya referandumê serdana Bexdayê bike.

 
Wezîrê Darayî: Bo piştevaniya serxwebûnê min dest ji Goran berda

MONDAY, 18 SEPTEMBER 2017 20:09:18

Silêmanî-KDP.info- Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji pişka Tevgera Goranê, Rêbaz Hemlan ji ber piştgirînedana Goranê bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, dest ji vê tevgrê berda û divêje bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê min dest ji Goran berda.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP