Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 03:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Sê dewletên mezin hêzeke leşkerî profesyonel ji Kurdistanê re ava dikin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya tîmeke şareza û pispor ên ji wezaretên berevaniyê yên her sê dewletên Amerîka, Brîtaniya û Almanyayê, di warê encamdana çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge gavên cidî diavêje û biryar e her 3 dewlet hêzeke profesyonel a leşkerî ji Kurdistanê re ava bikin.

Îro yekşembî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tîmeke pispor û şarezayên leşkerî yên ji wezaretên berevaniyê yên her sê deweltên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê civînek li dor bihêzkirina Hêza Pêşmerge û avakirina hêzeke profesyonel a Pêşmerge civiya.
Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge û berpirs û fermandarên Wezareta Pêşmerge amade bûn.
Di civînê de, wê tîma navdewletî ya ku ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê pêk tê, rapora xwe ya ji bona avakirina hêzeke xurt, profesyonel û organîzekirî ya Pêşmerge pêşkêşî berpirsên Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha hatiye ragihandin, ku rapora şareza û pisporên serbazî yên her 3 dewletan ji 35 xalan pêk tê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de, ji bona hevkarî û alîkaiyên berdewam berê û niha ji bo herêma Kurdistanê, spasiya welatên hevpeymanan kir û got ku piştî sala 2003ê Herêma Kurdistanê zêdetir giraniya xwe dabû ser avedankirina Kurdistanê, ne dirustkirina hêzeke leşkerî.
Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê wisa hizir dikir ku eger her êrîş û gefek bê ser Herêma Kurdistanê, Arteşa Iraqê dê bergiriyê lê bike û hikûmeta federal ji parastina welçat bi giştî berpisiyar e, lê li gel êrîş û gefên terorîstên DAIŞ, mixabin, hemû rewş û hvsengî hatin guhertin, ji ber hindê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha da xuyakirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li projeyên şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Alamnyayê dike û di civîneke civata wezîran de dê vê projeyê bike mijara gotûbêjan, daku paşî bê pesendkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî ku ew proje li Civata Wezîran hat pesendkirin, dê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê were şandin daku fermana pêwîst li ser bide.
 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact