Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 25 NOV 2017 10:40 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Serxwebûn dê me biparêzin.. Tenê serxwebûn li pêşiya me maye
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di festîvala Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de beşdar bû û tê de gotarek pêşkeş kir û ragihand ku serxwebûn dê Kurdistanê biparêze û tenê riya serxwebûnê li pêşiya wan maye..

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de balkişand ser babeta referendûma serxwebûna Kurdistanê û ragihand: “Em bawer in ku, piraniya Milletê Kurd bi – Erê, bersîva referendûma serxwebûna Kurdistanê dide”.
Li ser proseya referenduma serxwebûnê diyar kir: “Li ser babeta referendûm û serxwebûnê, bi tu awayek em gavan paşve navêjin” û weha berdewam kir: “Îsal referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dikeve. Em dixwazin ji tevayiya cîhanê re diyar bikin, bêjin, ku raya Milletê Kurd li ser mijara serxwebûnê çi ye? Pêdiviya Civata Navdewletî jî ew e, ku rêz li îradeya Milletê Kurd bigre.”
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dirêjahiya axaftina xwe ya li ser li ser proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê de, dîtinên xwe weha rêz kirin: “Ez dikarim bibêjim ku, Pêvajoya serxwebûna Kurdistanê destpêkiriye û niha em di qonaxekê de ne, ku ber bi serxwebûnê ve diçin. Ez hêvîdar im, di demek zû de em bigihin vê armancê . Ev refendûm îsal lidar dikeve. Hemû alî dizanin ku, Kurd şayanî serxwebûnê ye û rast e di sed salên borî de gelek astengî û nexweşî li pêş Millet Kurd derketibûn, lê Milletê Kurd gerek e baweriya wî berî her kesî bi serxwebûnê hebe û piştgiriya vê proseyê bike. Nabe ku em li hêviyê bimînin, ku xelkên din hukimraniyê û biryarê li ser me bidin.
Şêwirmendê Encumena Asayiş a Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destnîşankir: “Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi serpereştiya Serok Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê kirin e. Komîteyek taybet li ser vê babetê hatiye birêxistin. Em dê li ser vê babetê tu caran bi paşve gav navêjin û ew referendum dê her cîbicî bibe.”


Herweha anî ziman: “Em dixwazin wekî her Milletek din, bi awayek yeksan bijîn û me daxwaza tu mafekî nekiriye ku ne mafê me ye. Em naxwazin ji Milletên din kêmtir bên liqelem dan û em destberdarê mafên xwe nabin. Em dive wekî hemû Milletên din xwedî mafê xwe yê çarenûsê bin, ku di peymanên navneteweyî de jî hatiye mîsoger kirin. Enfal, jenosîd anîn ser gelê me, bi her awayî xwestin bandore li jiyana me bikin. Mûçe birîn, ambargo danîn, lê bi tu şêweyî nekarîn iradeya Milletê me bişkînin. Em dixwazin têkiliyên me li gel Bexdayê û welatên din ên cîran di nav aştî, aramî û ewleyiyê de bin. Bi şeweyek aştiyane û bê kêşe em li gel hevûdu, li vê deverê bijîn.”

 




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 21:11:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

 
Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 19:11:48

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 18:11:22

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 20:11:36

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

 
Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 18:11:33

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP