Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 11:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Partiyên Bakurê Kurdistanê: Bila PKK ji Şingalê derkeve
| KDP.info


 

Amed-KDP.info- Partiyên Kurdistanî li bakurê daxuyaniyek belav kirin tê de êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê û Qerçoxa li Rojavayê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe.

Di daxuyaniya partiyên Kurdistanî de wiha hatibû: “Dewleta Tirkîyê roja 25.04.2017an di beyanî de bi firokeyên şerî êriş birin ser Şingalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Di encama van êrîşan de li Şingalê 5 pêşmerge, em van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.
Di demeke ku li başûrê Kurdistanê amadekarîyên referandûma serxwebûnê tê kirin ev êrîş gelekî balkêş e. Em careke din bangî PKKyê dikin ku rêzê li desthilatdarîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigire û ji Şingalê vekêşe. Hebûna PKKyê li Şingalê rê ji êrîş û têkdanên xêrnexwazên miletê Kurd re xweştir dike. Pêwiste Herêma Kurdistanê bi guftûgoyan hebûna PKKê li Şengalê safî bike ku êdî  dewletên xêrnexwaz nikaribin bi van hincetan destdirêjîya Herêma Kurdistanê bikin.
Şingal Kurdistanê.Ew axa ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin û tê parastin, tu kes dê careke din nikaribe bi Bexdayê ve girê bide.
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî dikin ku dest ji van êrîşan berde.Bi şer û pevçûn û kuştin û êrîşan pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê ranabe. Dewleta Tirkîyê divê rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd yên li her çar perçeyên Kurdistanê bigire. Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkîyeyê ye, mafê Tirkîyeyê tune bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.
Xweda bi rehma xwe şehîdan şad bike. Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Serê malbatên şehîdan û yê gelê Kurdistanê sax be.
Her Kurdekî li cîhanê, divê serxwebûn û destkeftinên li başûrê Kurdistanê jî, yên li her çar perçeyên Kurdistanê biparêze.Tu sîyaset divê rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke.
25.04.2017
Hereketa Azadî, PAK,PDK-Bakur, PSK”
 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact