Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji rojnamevanan kir, ku piştgiriyê bidin proseya referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê.
Bi helkevta hatina 119mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand.
Serok Barzanî di vê peyama xwe de, ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, daxwaz ji rojnamevanên Kurdistanî dike, ku dûr ji her cure girêdayîbûneke siyasî, pênivîs û hizir û şiyanên xwe ji bo piştevanîkirina proseya refrandumê û serxwebûna Kurdistanê bixin kar.
Di destpêka peyama xwe de Barzanî dibêje: “Bi helkevta 119mîn salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û roja rojnamevaniya Kurdî û 19. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû medyakar û rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkevtinê ji bo wan dixwazim.”
Herwiha di vê peyamê de tê gotin: “Cihê şanaziyê ye ku li welatê me rojnamevanî û karê medyayî di bin siya azadî û berfirehiya siyasî gihîştiye qonaxeke baş. Eve jî derfetek e ji bo wê yekê ku rojnamevanî bibe sedemeke girîng ji bo geşepêdana kulturî û hişyariya siyasî û civakî di nav xelkê Kurdistanê de. Di heman demê de jî rojnamevaniya Kurdî sekoyekî girîng ê gihandina peyama gelê Kurdistanê û mafên wê yê rewa be ji bo hemû cîhanê.”
Serok Barzanî amaje bi rola medya û medyakaran di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de jî kir û wiha got: “Cihê xwe de ye ku di vê helkevtê de destxweşiyê li medyakar û rojnamevanên Kurdistanê bikim ku di qonaxên cûda cûda yên jiyana gelê me de zehmetekî zêde kişandine û cihê destê wan diyar e. Bi heman awayî jî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û di nîşandana nûçeyên ceng û qehremaniya Pêşmerge de roleke ber bi çav dîtine û qurbanî jî dane. Ez vê yekê jî tekez dikim, ku piştevanê mafên rojnamevananim û pêwîste rewşa rojnamevaniya Kurdî ji hemû aliyekê ve ber bi pêş ve pêngavan bihavêje.”
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya vê peyama xwe de, daxwaza piştgiriya ji bo referendum û serxwebûnê ji rojnamevanên Kurdistanê dike û dibêje: “Niha ku xebat û qurbanîdana gelê me gihîştiye qonaxekî hestiyar û yekalîker, ez daxwaz ji rojnamevanên xweşdiviyên Kurdistanê dikim, dûrî her cûre girêdayîbûneke siyasî, pênivîs û hizir û şiyanên xwe ji bo piştgiriya proseya referandumê û serxwebûnê bixin kar. Ji ber ku serxwebûn mulkê hemû Kurdistanê ye û proseyek e ji bo pêşketina gelê Kurdistanê û bicihbûna aştiya li navçeyê.”
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskoyê hovane bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.
Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 20ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Heta Kurd û Kurdistan bên înkarkirin Iraq xweşî û aramiyê nabe.”
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.