Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 MAY 2017 18:38 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serokê ENKSê: Emê dîsa ofîsên xwe vekin..PKK ji xebata me ditirse
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, zêdetirî 40 ofîs û navendên wan ji aliyê PKKê ve rastî êrişan hatine û ew ofîs hatine girtin, lê ewê dîsa wan ofîsan vekin û li ser xebata xwe berdewam bibin. Herwiha PKK ji ber xebata me ya dîplomatîk rastî tirseke mezin hatiye.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha zêdetirî 40 ofîs û navendên ENKSê li ji aliyê dezgehên leşkerî yên PKK û PYDê ve rastê êrişan hatine, lê biryar e em ofîs û navendên xwe dîsa vekin, ji ber ku ENKS xwedî rewatiyê ye li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê. PKK bi hemû hêza xwe hewla vemirandina tevgera partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dide, lê dîsa jî ji destê wê dernakeve, ji ber ku me serê xwe ji rêjîma Esed re dananî heta ew bên û nehêlin em xebata xwe bikin. PKK bi wan gef û çavsoriyan guvaşê dixe ser partiyên Kurdî. Çalakvan û siyasetmedar avêtine binê zindanan û êrîşî ser ofîsên me dikin. Karê ku PKK dike rêjîma Esed li dijî opozisyonê xwe dikir.”

Biro wiha got: “Zimanê siyaseta PYDê tenê tundî ye û çekê ENKSê jî zimanî dîplomatîk û diyalog e. Lemwa jî PKK ji me ditirse, ji ber ku PKK tenê zimanê revandin û totalîtarya dizane. Baregehêm me wek metirsî li ser hebûna xwe dibînin. PYDê gelekî hewl dide ji bo ku şerê me bike, lê ENKSê ew yek nekir û hewlên wan ser negirtin.”

Serokê ENKSê wiha ragihand: “Bêguman ew siyaseta PYDê ya şaş heta serî naçe û eger Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin dê hevsengiya navçeyê bê guhertin û me ev yek ji Amerîka re jî behs kir da ku ew zêdetir giringiyê bi Pêşmergeyên Roj bidin.”




Nûçeyên din

PKKê du serkirdeyên din ên ENKSê revandin

WEDNESDAY, 24 MAY 2017 14:05:16

Qamişlo-KDP.info- çekdarên PYD/PKKê du serkirdeyên din yên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandine û ofîsa ENKSê ya Qamişlo jî girtine.

 
Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn dê me hemiyan kom bike

WEDNESDAY, 24 MAY 2017 14:05:00

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş ji wê pêwendiyê baştir e ku zêdetir dişibe pêwendiya navbera kirêdar û xwedan xanî.

Di mehekê de PKKê 5 serkirdeyên ENKSê revandine..PKK kesî qebûl nake

TUESDAY, 23 MAY 2017 20:05:30

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku çekdarên PKKê û bi heman siyaseta xwe ya çewt di nava mehekê de 5 serkirdeyên ENKSê revandine.

 
Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im Brîtanya careke din tawanên wisa nebîne

TUESDAY, 23 MAY 2017 20:05:47

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê şermezar kir û hevxemiya xwe pêşkêşî gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.

 
Mamosteyên Êzdî: Çarenivîsa me bi ya Kurdistanê re girêdayî ye..Serxwebûn garentî ji me re jî

TUESDAY, 23 MAY 2017 20:05:48

Dihok-KDP.info- Mamosteyên Êzdî yêm Zanîngeha Dihokê dibêjin, referandum û serxwebûna Kurdistanê tekane garantî ye ji bo ku karesat û nexweşî bi ser Êzdiyan de dûbare nebin. Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku çarenivîsa wan bi ya Kurdistanê re girêdayî ye.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP