Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 24 NOV 2017 01:02 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî serkeftina referandumê li Erdogan û Yildirim pîroz kir
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Barzanî bi boneya bi serkevtî birêveçûna referanduma guhertina hin madeyên destûra Tirkiyê, pîrozbayî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binalî Yildirim kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê referanduma guhertinên di destûra Tirkiyê de, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye: “Piştî birêveçûna proseya referandumê di 16.04.2017 de ya li ser destûra Tirkiyê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di du peyamên cuda de pîrozbahiya serkevtina proseya referandumê li Recep Tayyip Erdogan Serokomar û Bînalî Yildirim Serokwezîrê Tirkiye kir.”
 




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 21:11:54

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

 
Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 19:11:48

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

THURSDAY, 23 NOVEMBER 2017 18:11:22

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 20:11:36

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

 
Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

WEDNESDAY, 22 NOVEMBER 2017 18:11:33

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.



 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP